Berdevkê Berwext yê Wezareta Karên Derva Toner: "Ev demeke dirêj e ku em piştgiriyê didin YPGya ku li bakurê Sûriyeyê di nav SDGê da ye"
Hat ragihandin ku Amerîka di nav "Hêzên Sûriyeya Demokratîk (SDG)" da piştgiriya ji bo YPGya" didomîne.
Berdevkê Berwext yê Wezareta Karên Derva Mark Toner di civîna çapemeniyê da li ser mijara ku li Sûriyeyê piştgiriyê didin PYD/YPGyê daxuyanî da.
Toner diyar kir, di çarçoveya têkoşîna DAİŞa rêxistina terorê da piştgiriya ku ew didin YPGê wê dewam bike û wiha dewam kir:
"Ev demeke dirêj e ku em piştgiriyê didin YPGya ku li bakurê Sûriyeyê di nav SDGê da ye. Me beriya niha jî gotibû ku ew di têkoşîna dijî DAİŞê da pir xurt in. Heta niha nêzî 6 hezar kîlomêtre û ji 4ê sermawezê heta niha di operasyonê da li der û dora Reqqayê ji 100î zêdetir gund ji DEAŞê sitandin."
Toner diyar kir ku ew di mijara endîşeyên Tirkiyeyê yên ji bo YPGê da jî baldarî tevdigerin. "Em rêzê nîşanî wê fikrê didin ku dibêjin di navbera PKK û YPGê da hevbendî heye, lê em dijî vê fikrê ne. Divê em di vê mijarê da zelal bin; PKK ji bo me hê rêxistineke terorê ye."