Ji Mattis daxuyaniya Minbicê

Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê James Mattis ragihand ku ew amade ne nexşerêya bo Minbicî cîbicî bikin.

12.06.2018, Sal - 06:04

Ji Mattis daxuyaniya Minbicê
Nuçe Belav bike

Mattis da xuyakirin ku ew amade ne nexşerêya bo Minbicê ya navbera Amerîka û Tirkiyeyê de hatiye diyarkirin cîbicî bikin û got, dê di nav hefteyê de heyetên tirk û amerîkî li Almanyayê plana pêkanîna nexşerêyê gotûbêj bikin.

Hat diyarkirin ku Mattis gotiye, ew amade ne nexşerêya Minbicê ji aliyê xwe bicih werînin.

Hêjayî gotinê ye, beriya niha Hêzên Parastina Gel (YPG) ragihandibû ku wan şêwirmendên xwe yên leşkerî ji Minbicê vekişandine.

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê jî piştî hevdîtinên li ser nexşerêya dahatuya Minbicê yên navbera Amerîka-Tirkiyê de dabû xuyakirin ku ew ligel Hevpeymaniya

Navdewletî li Minbicê dimînin û ji bo birêvebirina bajêr jî deriya wan ji her kesî re vekiriye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 4025 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:55:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x