Ji Pentagonê daxûyaniya QSD'ê!

Berdevkê Wezareta Parastinê (PENTAGON) ya Amerîkî Dana Whîte li Reqqa di derbarê tehliyekirina DAÎŞ'iyan de daxuyani belavkir.

17.11.2017, Cum - 07:53

Ji Pentagonê daxûyaniya QSD'ê!
Nuçe Belav bike

Berdevka Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) Dana White, li ser peymana tehlîyekirinê ya navbera YPG-DAIŞê ragihand ku ew banga xebatên di çarçoveya çareseriya siyasî de li hemû aliyan dikin û got, ‘Em ê xebata bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re berdewam bikin.’

Berdevka Pentagonê Dana White, li ser pirsa daxuyaniya şermezariyê ya Tirkiyê bo peymana navbera YPG û DAIŞê de da xuyakirin, "Em ê xebata bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re berdewam bikin. Lewra mebesta me têkbirina DAIŞê ye."

White herwiha got, ew di teşwîqkirina hemû aliyan de, ji bo çareseriya siyasî hewildanên xwe didomînin.

Berdevka Pentagonê di civîna hevpar a ligel Berdevkê Sererkaniya Amerîkayê Kenneth F. McKenzie de bersiv neda, pirsa gelo haya Wezîrê Berevaniyê James Mattis ji peymana navbera YPG-DAIŞê heye, yan na.

sputnik
Vî nûçeyê tevayî: 1505 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:52:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x