John Kerry bo Barzanî: Hûn di dema herî zihmet de hevalê herî cîhê baweriyê bûn

Wezîrê derve yê Amerîkayê yê berê nameyek bo serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî birêkir û di nameya xwe de qurbanî dana Pêşmerge û xelkê herêma Kurdistanê bilind nirxand.

26.02.2017, Paz - 09:34

John Kerry bo Barzanî: Hûn di dema herî zihmet de hevalê herî cîhê baweriyê bûn
Nuçe Belav bike

Wezîrê berê yê karên derve yê Amerîkayê John Kerry, ji ber temambûna karên xwe yên di rêveberiya Barack Obama de, nameyek bo serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî birêkir, ku wêneyeke wê nameyê ji BasNewsê re hatiye birêkirin û di nameya xwe de John Kerry dibêje: ‘’Dema ez xwe amade dikim bo erkê xwe radest bikim de, ez dixwazim bo çar salên borî yên wek wezîrê derve yê Amerîkayê, wan kesayetiyên bê hempa ku min li gel wan hevdîtin pêkanî amajeyekê bi wan bikim.’’

Herwaha got: ‘’Hûn kesekî birêz û hevpeymaneke bihêz û kesayetekî herî baweriyê ne û di hemû demên giran û zihmet de ku tê de derbas dibûn, hêzên we yên Pêşmerge bi awayeke herî zîrek û jîr şer kirin, ji ber wê ez qurbaniyên hêzên û xelkê Kurdistanê di xebata berdewam kirina têkbirina DAIŞê de bilind dinirxînim.’’

John Kerry got: ‘’Pêzanînên min bo kesayeta we ya birêz û xelkê herêma Kurdistanê heye ji ber ku di dema tewanên DAIŞê de, nêzîkê du milyon penaberên Sûrî û koçberên navxwe û navçeyên din ên Iraqê pêşwazî lê kir. Piştevaniya we bo pêkhateyên netewî û olî yên cuda di pêşeroja bextewer a herêma Kurdistanê de dê beşdar be.’’

John Kerry got: ‘’Hûn kesek birêz û hevpeymanekî bihêz û hevalekî cîhê baweriyê bûn, di hemû demên zihmet de.’’

Dawiya nameya xwe de jî wezîrê karên derve yê berê yê Amerîkayê dibêje: ‘’Peyvendiyên bihêz ên di navbera gelê Kurdistanê û Amerîkayê de ez bilind dinirxînim û baweriya min bi temamî heye ku hevpeymaniya di navbera her du aliyan wê bi awayeke bihêz bimîne. Ez hêviya aştiyê û pêşerojeke bextewer û serkeftî di bidest xistina armancên we de ji bo kesê birêz dixwazim.’’

BasNews
Vî nûçeyê tevayî: 1367 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:31:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x