John Kirby: Amerîkayê hewla terorkirina Putin nedaye

Amerîka red dike ku êrîşa ser Koşka Kremlînê encam dabe û hewla terorkirina Putin dabe.

05.05.2023, Cum - 08:22

John Kirby: Amerîkayê hewla terorkirina Putin nedaye
Nuçe Belav bike

Roja çarşemê 3ê Gulana 2023an, Koşka Serokatiya Rûsyayê (Kremlîn) di daxuyaniyekê de diyar kir, bi dronan êrîşî Koşka Serokatiyê hatiye kirin û armanca êrîşê terorkirina Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bûye.

Berdevkê Encûmena Asayîşa Niştimanî ya Amerîkayê John Kirby li ser vê mijarê ragihand, ev propagandayeke nerast e ku tê gotin Amerîkayê hewla terorkirina Serokê Rûsyayê Vladimir Putin dabe.

John Kirby diyar kir, pêwendiya Ukraynayê jî bi wê êrîşê tune ye û di dema encamdana êrîşê de jî, Putin li Koşka Kremlînê nebûye.

Ev di demekê de ye ku Berpirsê Rêveberiya Serbazî ya Kherson yê ser bi hêzên Ukraynayê Oleksandr Prokudin ragihand, bi mebesta amadekariya ji bo destpêkirina operasyona kontrolkirina navçeya wan, ji êvara roja înê heta dema 58 demjimêran, qedexeya hatûçûnê hatiye ragihandin û ti kes nikare li cadeyan hatûçûnê bike.

Amadekariyên artêşa Ukraynayê ji bo êrîşa berevajî hatine zêdekirin û lîwayên beşdarên operasyonê ketine amadebaşiyê, li gor pêşbîniyan, di çend hefteyên bê de dê dest pê bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 345 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:48:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x