Kanî Xulam 'Meşa Azadiyê' qedand

Çalakvanê Kurd Kanî Xulam meşa bi navê “Meşa ji bo rûmet û azadiyê” ya ji bo şermezarkirina Peymana Lozanê li Amerîkayê dabû destpêkirin temam kir.

25.07.2023, Sal - 12:43

Kanî Xulam 'Meşa Azadiyê' qedand
Nuçe Belav bike

Rêveberê Tora Zanyarî ya Kurdî ya Amerîkayê (American Kurdish Information Network) Kanî Xulam meşa xwe ya bi boneya 100 saliya Peymana Lozanê ji Washingtonê ber bi Navenda Netewên Yekbûyî ya New Yorkê ve dabû destpêkirin duh qedand.

Kanî Xulam li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir û tê de got:

“Îro 24emîn roja Meşa Azadiyê ye. Ez niha li ber Neteweyên Yekbûyî me. Armanca min ew bû ku tezekê pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî bikim. Ev tez derbarê rêzgirtin û qebûlkirina mafên gelê Kurd bû. Piştre me ev plan guhert, kursiyek lê zêde kir. Bi nîşana kursiyê windakirina Kurdan li Neteweyên Yekbûyî.”

Xulam diyar kir ku di rêwîtiya xwe ya 24 rojî de gelek peyamên piştevaniya wergirtine û wiha pê de çû: “Ji Kafkasyayê bigire heta Başûrê Kurdistanê, Rojava û ji Rojhilatê Kurdistanê heta Rojava û Bakurê Kurdistanê. Bextewariya wan daye min têra heta ku bijîm dike û zêdeye jî.”

Gelek aktîvîstên Amerîkî, dostên Kurdan û Kurdên li dîasporayê jî piştgirî dan meşa 530 kîlometreyî ya Kanî Xulam.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 354 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:12:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x