Kurdekî ku berê Êzidî bû di dêreke Amerîkayê de bû pîrozkarê yekem

Li Maryland a Amerîkayê cara yekem e Kurdek wek pîrozkar Ii kahîneke dêra Ortodoks hat pesendkirin.

18.02.2023, Cts - 10:05

Kurdekî ku berê Êzidî bû di dêreke Amerîkayê de bû pîrozkarê yekem
Nuçe Belav bike

Li Maryland a Amerîkayê cara yekem e Kurdek wek pîrozkar Ii kahîneke dêra Ortodoks hat pesendkirin. Ew Kurd ê Pîrozkar dibêje, “Armanca me ew e ku em dêrekê ava bikin ji sedî 100 Kurdî be.”

Pîrozkarê Kirîstiyan Meday Mehemdî, “Navê min Pîrozkar Keşîş Meday e. Ez Kurmancekî ji Gurcistanê me lê mixabin miletê me gelekî dijwarî kişandin, ji ber wê yekê em mecbûr bûn derkevin herin Rûsyayê, paşê em çûbûn Yunanistanê û min li wê derê xwendina xwe ya bilind xwend.”

Pîrozkar Meday Kurdekî ji Gurcistanê ye ku bav û kalên wî Êzidî bûne lê piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê bi dilê xwe bûne Kirîstiyanên Ortodoks. Pîrozkar Meday anî ziman, “Helbet wek piraniya Kurdan em berê Êzidî bûn, em bi salan Êzidî bûn lê paşê piştî hilweşîna Sovyetê ez çûme dêra Ortodoks, em bi xwe çûn. Berê, wek Metranê me jî digot li Gurcistanê kesî bang nedikir lê Kurdên me, ne tenê Êzidî, Misilman jî diçûne dêrê û dibûne Kirîstiyan.”

15 sal berê Meday diçe Yunanistanê, li wir pîrozkarekî Ortodoks nas dike û bi destdayîna wî dest bi karê pîrozkariyê dike. Li ser daxwaza wî pîrozkarî ku ew wek bavê xwe yê ruhanî bi nav dike, diçe Amerîkayê piştî ku li Oklahomayê dêreke Ortodoks tê vekirin.

Pîrozkar Meday got, “Bavê min ê ruhanî li Yunanistanê ye, min berî 10 salan ew nas kir, ew mirovekî gelekî dilvekirî ye û ji bo hemû alîkariyê dike, di nav me de nêzîkî 105 keşîş rahîb in, ji seranserî cîhanê Kurd jî hene, wî dest bi alîkariya min kir, navê wî Pîrozkar Diyonîsyus e.”

Di nav Ortodoksan de çend pileyên pîrozkariyê hene, di nav de tiyakonus, rahîb an takmen, kahîn, metran û bavê ruhî. Meday ji bo salekê tiyakonos bûye, 9 salan rehîb û di sala 2023an de jî bûye kahîn, wate pileyekê jêr metran e.

Meday Mehemdî anî ziman, “Gava ku em dibêjin kahîn, ev tê wateya kesê ku xizmeta Xwedê bike û mirov ji ber xwe ve nikare bêje; ez xizmeta Xwedê dikim. Divê ew ji aliyê yekî ku ji berê ve ji aliyê kesên hatine pejirandin ve were pejirandin ku em jê re dibêjin destdayîn. Ji ber vê yekê, tenê di dêrên Ortodoks kahînên pîroz tenê diyarkirin ji ber baweriya pîroz yan şandmend yan jî apostolîk bi eşkereyî têne pesendkirin.”

Pîrozkarê Kurd di çend salên borî de çend pirtûkên olî yên Kirîstiyaniyê wergerandine zimanê Kurdî û biryar daye ku di paşerojê de pirtûkên din ên olî wergerîne û armanca wan a paşerojê jî vekirina navendeke mezin a olî û çandî ya Kurdî ye ku taybete bi Kurdên Ortodoks ên Kirîstiyan be.

Meday Mehemdî ji Rûdawê re got, “Em weke Kirîstiyan divê her tiştî wergerînin Kurdî, Kurmancî, Soranî û zaraveyên din. Îro jî Pîrozkar Metran Saba qebûl kir ku ez ji bo Kurdan, miletê xwe karê pîrozkariyê bikim.”

Pîrozkar Meday got, “Ez niha li vir im lê em têdikoşin û karê wergeriyê bikin, armanca me jî ew e em dêrekê ava bikin ku ji sedî sed bi zimanê Kurdî be, bi zaraveyên Kurdî be, ji ber ku zimanekî me yê yekgirtî tune ye, piştre em dixwazin muzexaneyeke mezin vekin û pirtûkxaneyekê ku bibine navêndên ruhanî û çandî.”

Bi gotinên Meday, piraniya Kurdên Ortodoks li Ewropayê ne lê li welêt û herêmên din jî hene, Başûrê Kurdistanê jî di nav de.

Pîrozkarê Kirîstiyan Meday Mehemdî her wiha anî ziman, “Piraniya Kurdên Ortodoks li Ewropa, Gurcistan, Rûsya û Yunanistanê ne, nêzîkî 20 kesan jî li Başûrê Kurdistanê hene, li Hewlêr, Silêmanî û Duhokê jî hene û hinek hene li benda pejirandinê ne.”

Meday Kurdekî Gurcistanî ye û çûyîna Kurdan ji bo Gurcistanê vedigerîne ser çend qonaxên dîrokê, bi taybetî jî ji bo sedsalên 16 û 18emîn. Li gor serjimêriya sala 2014an, hejmara Kurdan li Gurcistanê nêzîkî 15 hezar kesan e ku piraniya wan Kurdên Êzidî ne, her wiha çend malbatên Kirîstiyan û Misilman jî li wî welatî dijîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 228 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:25:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x