Li Amerîkayê zarokên Kurd zimanê xwe yê zikmakî hîn dibin

Kurdên li bajarê Harrisonburgê yê eyaleta Virginia ya Amerîkayê, dibistaneke zimanê Kurdî ji bo zarokên xwe vekirine, ku bi awayekî xwebexş, ji aliyê çend mamosteyan ve dersa zimanê Kurdî tê dayîn.

26.05.2023, Cum - 09:00

Li Amerîkayê zarokên Kurd zimanê xwe yê zikmakî hîn dibin
Nuçe Belav bike

Armanca vê dibistanê, hînkirina zarokên Kurd bi zimanê xwe yê zikmakî û çand û dîroka Kurdan e.

Li dibistana ku bûye salek hatiye vekirin, nêzîkî 120 zarok perwerdeyê dibînin, ku ji ber tunebûna cihê pêwîst, nekarîne hemû wan zarokên ku dixwazin zimanê Kurdî hîn bibin, werbigrin.

Rêveberê Navenda Selahedîn a li Harrisonburgê Sabîr Hacî li ser vê mijarê ji Kurdistan24ê re ragihand, wan hewl daye li wî bajarî bernameyek ji bo civaka Kurd deynin û got: “Em fikirîn ku dibistanekê damezrînin ku bi rêya wê dibistanê bikarin nifşên xwe perwerde bikin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 224 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:51:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x