Li balafirxaneyeke Amerîkayê tabelaya bi Kurdî hat danîn

Li balafirxaneyeke Amerîkayê, tabelaya bi zimanê Kurdî hat danîn.

14.12.2019, Cts - 09:10

Li balafirxaneyeke Amerîkayê tabelaya bi Kurdî hat danîn
Nuçe Belav bike

Li balafirgeha navdewletî ya li bajarê Nashville ser bi eyaleta Tennessee li Amerîkayê, jibilî zimanên din tabelayeke bi zimanê Kurdî jî hat danîn.

Li balafirgeha navdewletî ya Nashvilleyê ku ew bajar weke, ‘Kurdistana Biçûk’ tê naskirin, tabelayeke bi zimanê Kurdî ku li ser, ‘Bi Xêr Hatî’ hatiye nivîsandin hat danîn.

Ev di demekê de ye ku li bajarê Nashvilleyê, nêzikî 15 hezar Kurd dijîn. Li dibistanên seranserê wî bajarî jî hejmareke zêde ya xwendekarên Kurd dixwînin.

Herwiha ji ber vê rewşê îsal, zimanê Kurdî jî li lîseta zimanên navdewletî li dibistanên dewletê li wî bajarî hatibû zêdekirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 990 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:33:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x