Li dibistaneke Nashville êrîşa çekdarî: 6 kes hatin kuştin

Li bajarê Nashville ku gelek Kurd li wî bajarî dijîn û wek 'Kurdistana Biçûk' tê binavkirin, li dibistaneke taybet a Xiristiyanan a bi navê The Covenant êrîşeke çekdarî rûda.

28.03.2023, Sal - 07:41

Li dibistaneke Nashville êrîşa çekdarî: 6 kes hatin kuştin
Nuçe Belav bike

Li bajarê Nashville yê eyaleta Tennessee ya Amerîkayê kesekê bi çekan êrîşî dibistanekê kir û di encamê de 3 xwendekar û 3 karmendên dibistanê kuştin. Hat ragihandin ku êrîşkar hatiye kuştin.

Li bajarê Nashville ku gelek Kurd li wî bajarî dijîn û wek 'Kurdistana Biçûk' tê binavkirin, li dibistaneke taybet a Xiristiyanan a bi navê The Covenant êrîşeke çekdarî rûda.

Hêzên ewlehiyê yên Nashville ragihand ku jinekê bi çekên giran 3 xwendekar û 3 karmend li dibistaneke biçûk a seretayî ya Xiristiyanan a li bajarê Nashville kuştin.

Êrîşkara ku danê sibê ketiye dibistana ku di navbera kreş û pola 6emîn de ye û nêzîkî 200 xwendekar lê hene, 3 jê zarok 3 jê karmendên dibistanê, 6 kes kuştine.

Hat ragihandin, Berdevkê Polîsê Nashville Don Aaron diyar kiriye ku polîsan li dibistana The Covenantê jina ku êrîş kiriye kuştine. Polîsan eşkere kirine ku êrîşkar jineke xelkê Nashvilleê ye û 28 salî ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 296 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:20:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x