Li eyaleta Teksasê ya Amerîkayê Duh li dibistaneke seretayî ya Teksasê, kesekî teqe li dibistanê kiriye û di encamê de 18 kes jê zarok bi giştî 21 kes hatin kuştin.
Li eyaleta Teksasê ya Amerîkayê duh Sêşemê 24ê Gulana 2022yan li dibistaneke seretayî êrîşeke çekdarî pêk hat. Êriş li dibistana Uvaldeyê ya ku biqasî 600 xwendekar lê perwerdeyê dibînin çêbûye.
Li gor Hakimê Wilayeta Teksasê Grig Abot, kesê gumanbar ku navê wî Selvador Ramos e û temen 18 salî ye, di êrîşê de hatiye kuştin, herwiha du efserên polîs jî birîndar bûne.
Senatorê Teksasê Roland Gutierrez ragihand ku di êrişê de 18 zarok û 3 kesên din canê xwe ji dest dane.
Hemû dibistanên li bajarokê hatin girtin û navber dan perwerdeyê û hat ragihandin ku tîmên SWAT ên ku polîsên San Antonîoyê bo cihê bûyerê hatin şandin û aliyên peywendîdar bi awayekî çalak der barê bûyerê da lêpirsînê dikin.
Biden: Ez niha ji vê yekê westiyame
Serokê Amerîkayê Joe Biden piştî ku ji serdana xwe ya Asyayê vegeriya û li Qesra Spî civîneke rojnamavanî li dar xist, got ku wî dema dest bi kar kir, dua kirine ku ew neçar nebe axaftinek wiha bike.
Biden bi bîr xist ku beriya hefteyekê li bajarê Buffalo yê New Yorkê êrîşeke çekdarî pêk hat û bal kişand ser zêdebûna tundiya çekdarî ya li wî welatî û got: “Em dê kengê ji bo Xwedê li ber lobiya çekan bisekinin?”
Serokê Amerîkayê bang li Kongreyê kir ku firotina çekan bi rêkûpêk bike got: “Her çend hemû bi temamî rê li ber êrişên çekdarî neyş girtin jî, em dikarin pêşî li gelek êrişên çekdarî bigrin û divê gav bên avêtin. Ez niha ji vê mijarê westiyame.”
Biden herwiha got, "Êrîşên bi vî rengî yên bi çekdarî li deverên din ên cîhanê kêm in. Li wan deran jî mirovên ku derûniya wan ne aram hene, mirovên bi pirsgirêkên malbatî hene, lê gulebaranên bi vî rengî yên girseyî qet carî ewqasî naqewimin. Ji ber vê yekê çima li Amerîkayê dibe? Û Çima divê em bi vê komkujiyan re bijîn?"