Lîsteya artêşên herî bihêz ên cîhanê di 2023 de diyar bû

Şîrketa Global Firepower a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ku her sal artêşên herî bihêz ên cîhanê bi rêz destnîşan dike, lîsteya sala 2023’an a artêşên herî bihêz eşkere kir.

30.01.2023, Pts - 09:41

Lîsteya artêşên herî bihêz ên cîhanê di 2023 de diyar bû
Nuçe Belav bike

îsteya artêşên herî bihêz ên cîhanê di sala 2023an de ji aliyê kompaniya Global Firepower ve hat ragihandin.

Rêzkirin bi liberçavgirtina gelek faktorên wek liv û tevgera artêşên welatan û mayîna demdirêj li meydanê hatiye amadekirin.

Li gor wê lêkolînê, artêşên Amerîka, Rûsya û Çînê sê artêşên herî bihêz ên cîhanê ne.

Artêşa Tirkiyê di lîsteyê de du pileyan bi pêş ketiye û îsal di rêza 11mîn artêşa bihêz a cîhanê de ye. Herwiha artêşa Îranê di rêza 17an de û artêşa Îsraîlê jî di rêza 18mîn artêşa bihêz a cîhanê de cih digre.

Artêşa Ukrayanyê jî ku niha ji bo berevaniya li axa wî welatî rûbirûyê êrîşên artêşa Rûsyayê dibe û şerê duyemîn artêşa bihêz a cîhanê dike, li gor wê raportê di rêza 15mîn artêşa bihêz a cîhanê de ye.

Di rêza artêşa herî bi hêz a cîhanê de Kameron di rêza 100, Almanya di rêza 25, Spanya di rêza 21an, Kanada di rêza 27an û Yûnanistan di rêza 30an de cih digirin.

Di lîsteyê de artêşa Îmaratê di rêza 56an de, Iraq di rêza 45an de û Erebistana Siûdî jî di rêza 22an de cih girtiye.

Li gor wê lêkolînê, li Rojhilata Navîn û rojavayê Asyayê, artêşên herî bihêz wiha tên rêzkirin: Pakistan, Tirkiye, Misir, Îran, Îsraîl, Erebistana Siûdî, Iraq û Îmarat

Li vir 20 artêşên herî bihêz ên cîhanê di sala 2023an de hatine rêzkirin:

1-Amerîka

2-Rûsya

3-Çîn

4-Hindistan

5-Brîtanya

6-Koreya Başûr

7-Pakistan

8-Japon

9-Fransa

10-Îtalya

11-Tirkiye

12-Brezilya

13-Endonezya

14-Misir

15-Ukrayna

16-Awustralya

17-Îran

18-Îsraîl

19-Viyetnam

20-Poland

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 465 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:25:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x