Mesrûr Barzanî: Bicihanîna destûrê bi rêbazê bêdestûrî nabe!

Şêwimendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îrı li Hewlêrê pêşwazî li Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞ'ê de Brett McGurk kir.

17.11.2017, Cum - 12:31

Mesrûr Barzanî: Bicihanîna destûrê bi rêbazê bêdestûrî nabe!
Nuçe Belav bike

Di çarçova hevdîtinê de, Bret McGurk derbarê pêşhatên leşkerî û aloziyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ragihand, Amerîka her cure karekî leşkerî ji bo yekalîkirina pirsgirêkan red dike û ji bo çareserkirina wan aloziyan, hemû hewl karînên xwe dixe, ku her du alî dest bi guftûgoyan bikin, ji bo bi awayeke aştiyane û li ser binemaya destûrê pirsgirêk bên çareserkirin.

Brett McGurk helwesta welatê xwe bo piştevaniya hikûmeta herêmê wek keyanekî destûrî tekez kir û got: “Xwaziya Herêma Kurdistanê bi yekgirtûyî û bihêz di çarçova destûrê de di hemû waran de di pêşveçûnan de berdewam be.” Tekezî jî li hevahengî û bihêzkirina pêwendiyên Amerîka û herêmê kir.

Di çarçova hevdîtinê de, Mesrûr Barzanî ji bilî tekeziya li ser berdewamiya pêwendiyan di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka de, amaje bi wê da, her dem Herêma Kurdistanê baweriyê wê bi wê hebû, bo bi riyên aştiyane û guftûgoyê pirsgirêkên navçê bêne çareserkirina û niha jî xwazyarê danûstandinan e di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê amaje bi dawî girjî û aloziyên leşkerî kir û got: “Cibicîkirina destûrê bi amrazên nedestûrî nabe, belkû bi guftûgo û danûstandinên rasterast û jihev têgihêştin dikarin çareseriya guncaw ji pirsgirêkan re bibînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 973 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:25:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x