Namzedekî Serokatiya Amerîkayê: Kurd çavkaniya aramiya herêmê ne

Namzedekî Komarî yê serokatîya Amerîka dibêje: “Kurd çavkaniya aramiya herêmê ne û di şikandina DAIŞê de alîkarîya hêzên Amerîkî kirine”

21.08.2023, Pts - 11:24

Namzedekî Serokatiya Amerîkayê: Kurd çavkaniya aramiya herêmê ne
Nuçe Belav bike

Hakimê Florîda û berbijarê Komarîyan bo hilbijartinên Serokatîya Amerîka Ron DeSantis ji K24ê re got; “Kurd çavkaniya aramiya herêmê ne û ji bo têkbirina DAIŞ’ê piştevanê sereke yê hêzên Amerîkayê ne. Di demekê de kuend hêzên din ên herêmê hene, nexwestin alîkariya Amerîkayê bikin.”

DeSantis di destpêka Gulanê borî de ragihand, ew ê beşdarî hilbijartinên Serokatiya Amerîka bibe ku biryar e di meha Berçileya 2024an de bên kirin. Ji bo ku DeSantis bibe namzedê dawî yê Komariyan, divê pêşî di dengdana di nava partiya xwe de bi ser Donald Trump bikeve.

DeSantis di dema borî de jî çend caran piştgiriya xwe ji bo Kurdan anîbû ziman. Di sala 2017an de, piştî bûyerên 16ê Cotmehê û êrişa artêşa Iraqê û Heşdî Şeibî li ser Kerkûkê, DeSantis ku wê demê endamê Encûmena Nûneran a Amerîkayê bû, li ser Twitterê nivîsîbû: “Raporên ji meydanî diyar dikin ku yekîneyên artêşa Iraqê û hêzên alîgirên Îranê û Fermandarê Supaya Qudsê yê Pasdarên Îranê Qasim Silêmanî çekên giran bicih kirine û tê çaverêkirin ku êrîşeke mezin li dijî Pêşmerge pêk bînin.”

Hakimê Florîda Ron DeSantis çendîn caran jî daxwaza serxwebûna Kurdistanê kiriye û gotiye, divê kongressa Amerîka bi zelalî rabigihîne ku em piştgiriya serxwebûn

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 386 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:45:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x