Pentagon: Bi fermana Trump, Qasim Sulêymanî hat kuştin

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de kuştina Fermandarê Supaya Quds a Supaya pasdaran a Îranê piştrast kir û ragihand: “Bi fermana Serokê Amerîkayê Donald Trump, artêşa Amerîkayê êrîşeke yekalîker encam da, jibo parastina amerîkiyên li derveyî welat, bi kuştina Fermandarê Supaya Quds Qasim Sulêymanî ku kesek e pêşti wek terorîst hatiye ragihandin.”

03.01.2020, Cum - 06:40

Pentagon: Bi fermana Trump, Qasim Sulêymanî hat kuştin
Nuçe Belav bike

Pentagon herwiha dibêje, “Qasim Sulêymanî berpirs bûye di êrîşên ser binkeyên hevpeymanan li Iraqê di çend mehên bihorî de û di nava wan de êrîşa 27-12-2019. Herwiha Qasim Sulêymanî glopa kesek vêxistibû bo êrîşkirina ser balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê.”

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê vê êrîşê wek rêgirtin ji êrîşên Îranê di demên bihê de bi nav dike û tekez dike: “Amerîka amade ye hemû rêyan jibo parastina xelk û berjewendiyên xwe di hemû cihekî cîhanê.”

Medyaya femrî ya Iraqê îşev di nûçeyeke bilez de ragihandibû, di bombebaranekê de li nêzîk Balafirxaneya Navdewletiya Bexdayê, Fermandarê Supaya Quds a Îranê Qasim Sulêymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis hatine kuştin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1228 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:28:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x