Li gor nûçeyên ku di malperên Middle East Eye û Bloombergê de hatine belavkirin, di peywendiya telefonî ya navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan de ev mijar hatiye rojevê û Trump erênî dîtiye.
Erdogan di peywendiya telefonî de pêşniyara pêkanîna grûpa hevbeş careke din daye Trump.
Amerîka tekez dike ku sîstema S-400 a Rûsî ligel sîstema berevaniyê ya NATOyê hev nagire û di heman demê de bo firokeyên şer ên F-35 jî dibe gef.
Pentagonê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandiye ku ew dijî pêşniyara pêkanîna grûpa karê hevbeş in û grûpa karê hevbeş nîgeraniyên derbarê kirîna S-400an de "sivik" nake.