Piştî bûyerên duh û îro yên li Herêma Kesk a paytexta Iraqê, Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) îro roja sêşemê biryar da ku hêzên zêdetir li derdora balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê bi cih bike.
Berdevkê Pentagonê ji rojnamevanan re got, piştî ku duh û îro ew navçe bi mûşekan û RPGyan hat lêdan, ew plan dikin ku leşker û tedbîrên ewlehiyê li derdora balyozxaneya Amerîkî li Bexdayê zêde bikin.
Di encama şer û pevçûnên roja duşemê piştî nîvro li devera Kesk a Bexdayê bi dehan xwepêşander, çekdarên milîs û hêzên ewlehiyê hatin kuştin û birîndarkirin.