Pentagon: Me ji Tirkiyê re gotiye em li dijî operasyona serbazî ne

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê eşkere kir ku ji Tirkiyê re gotine ew dijî hemû cor operasyoneke serbazî ne li bakurê Sûriyê û careke din tekez dike ku her operasyoneke serbazî li wê navçeyê bandorê li şerê dijî DAIŞê dike.

18.01.2023, Çar - 07:31

Pentagon: Me ji Tirkiyê re gotiye em li dijî operasyona serbazî ne
Nuçe Belav bike

Roja Sêşemê 17ê Çileya 2023an, Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) General Patrick Ryder di civîna çapemeniyê ya heftane de, da zanîn ku ew gelekî vekirî dijî hemû cor operasyoneke serbazî bûne li bakurê Sûriyê û got: “Her operasyoneke bejayî bo nav bakurê Sûriyê, nearamiyeke zêdetir li navçeyê çêdike û bandoreke negatîv li hewlên têkşikandina DAIŞê dike.”

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê herwiha got: “Me ev helwêsta xwe gihandiye Tirkiyeya hevpeyman.”

Egera êrîşeke bejayî ji aliyê Tirkiyê ve bo ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê di demekê de ye ku Tirkiye û Sûriye bi asayîkirina peywendiyên xwe ve mijûl in û biryar e di dawiya vê mehê de herdû wezîrên derve yên Enqere û Şamê bicivin, wek amadekariyekê bo civîna sê alî ya navbera Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Sûriyê Beşar Esed bi serpereştiya Serokê Rûsyayê Vladimir Putin.

Ji aliyekî din ve derbarê firotina firokeyên F-16 de, Berdevkê Pentagonê diyar kir ku ew ne biryara hikûmeta Amerîkayê û Wezareta Berevaniyê ye, lê biryara Kongresê ye û ew yekalî dike. Di vê derbarê de Patrick Ryder got: “Em û Tirkiyê hevpeyman in û Tirkiye hevpeymanek girîng e ne tenê li navçeyê lê li seranserê cîhanê.”

Ev daxuyaniya Pentagonê li ser firotina firokeyên F-16 bo Tirkiyê piştî wê yekê hat ku hefteya borî careke din, Serokê Komîteya Peywendiyên Derve ya Senatoya Amerîkayê Bob Menendez dijayetiya xwe li beramber plana îdareya Biden a firotina 40 firokeyên F-16 bo Enqerê anî ziman û got, heta Tirkiye tevgera xwe baş neke Senato razî nabe ew firoke bo Tirkiyê bên firotin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 274 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:08:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x