Pentagon: Rûsya dronên Îranê wek çekekî derûnî bi kar tîne

Berdevkê Wezareta Berevanî ya Amerîkayê (Pentagon) Patrick Ryder ragihand, Rûsya dronên Îranê wek çekekî derûnî li Ukraynayê bi kar tîne.

21.10.2022, Cum - 10:47

Pentagon: Rûsya dronên Îranê wek çekekî derûnî bi kar tîne
Nuçe Belav bike

Patrick Ryder eşkere kir, Rûsya firokeyên bêfirokevan ên Îranê wek çekekî derûnî li Ukraynayê bi kar tîne û Îran ne ku tenê li Rojhilata Navîn, li navçeyên din jî di hinardekirina terorê de hevbeş e.

Ryder tekez kir ku ew di piştevanîkirina Ukraynayê de berdewam dibin û got: “Derbarê bandora dronan de dibe ku beriya niha we ev yek ji min bihîst ku ev tenê ji bo dirustkirina tirsê û wek çekekî derûnî têne bikaranîn, lê belê ji aliyê kiryariyê ve, wê rastiyê kêm nake ku Rûsya li Ukraynayê neçarî paşveçûnê bûye.”

Berdevkê Pentagonê herwiha eşkere kir, Ukrayna hejmareke mezin ji dronên Îranê xistine xwarê, lê belê derbarê wê yekê de ku çend dronên Rûsyayê hene, hûrgiliyek eşkere nekir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 231 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:08:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x