Pentagon: Tekane muxatabê me Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ye

Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) Robert Manning di civîna rojnamevanî de li ser pirsa rojnamevanan a derbarê Minbicê de got, ‘Wek hevpeymanî tekane muxatabê me meclîsa leşkerî ye.’

30.01.2018, Sal - 06:03

Pentagon: Tekane muxatabê me Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ye
Nuçe Belav bike

Manning li ser pirsa hevkariya bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li Minbicê bal kişand ser Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û wiha axivî: "Wek hevpeymanî tekane muxatabê me yê piştî rizgarkirina bajêr ji destê DAIŞê, Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ye ku ji aliyê gelê herêmê ve hatiye avakirin."

Berdevkê Hevpeymaniyê Adrian Rankine Galloway li ser piştgiriya HSD-YPG diyar kir, "Em nikarin spekulasyonê bikin. Lê hêzên li Minbicê girêdayî meclîsa leşkerî ne. Ev jî nûnertiya etnîkî ya wê herêma Sûriyê dike. Ji sedî 60ê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ereb, ji sedî 40 jî kurd, tirkmen û xirîstiyan in. Em digel Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kar dikin."

Fermandarê Hêzên Navendî Centcomê Votel jî rojek berê diyar kiribû, ew piştgiriya xwe bo hêzên li Minbicê dewam dikin û ti niyeta wan a vekişîna ji Minbicê nîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 887 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:31:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x