Pentagon dibêje DAIŞê sûd ji wê valahiya emnî wergirtiye ku ji ber nakokiyên navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê çêbûye
Pişkînerê Bilind ê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê raporta xwe derbarê karên Hevpeymaniya Navdewletî de li Iraq û Sûriyê belav kir. Raport a sê mehan e û ji meha Nîsanê ve destpê dike.
Pentagon dibêje DAIŞê sûd ji wê valahiya emnî wergirtiye ku ji ber nakokiyên navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê çêbûye, hevdem nebûna ti hevahengiyekê di navbera Pêşmerge, Heşda Şeibî û hêzên Hevpeyman de, xizmeta tevgera DAIŞê kiriye.
Di raportê de behsa DAIŞê tê kirin û tê gotin, ku DAIŞ li Iraqê bihêztir e ji wêya li Sûriyê, şiyana wê ya darayî 50 heta 300 milyon dolar e, vê demê jî sûd ji qedexeya çûn û hatinê wergirtiye û di meha Remezanê de êrîşên herî zêde kirine.
Li gor raportê, nakokiyên navbera Kurdan, hêzên ewlekariyê yên Iraqê û Heşda Şeibî valahiyeke mezin bo DAIŞê çêkiriye, herwiha guhertina cihê pêgehên hêzên Hevpeyman li Herêma Kurdistanê bandor li tevgera Hêzên Pêşmerge li dijî DAIŞê kiriye
Pişkînerê Bilind ê Pentagonê bûyerên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî belge kirine û rapor daye Kongresê.
Di wê raporta xwe de Pişkînerê Bilind ê Pentagonê dibêje, opozisyona ser bi Tirkiyê ve li bakurê rojhilatê Sûriyê binpêkirin kirine, xelk kuştine, malên xelkê wêran kirine, av ji ser nêzîkî yek milyon kesî birîne.
Raport daxwaz dike ku ew binpêkirin bêne şopandin û kesên ku ew binpêkirin encam dane jî bên cezakirin.
Pentagonê derbarê karên HSDê de li Rojavayê Kurdistanê diaxife û dibêje, ligel veqetandina 2 milyon dolaran ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ve, alozî di girtîgehên dîlên DAIŞê de çêbûye, DAIŞiyan hewla revê dane, ku hejmara wan zêdeyî 10 hezar çekdar e û bi kêmanî 2 hezar ji wan çekdarên biyanî ne.
Di raportê de tê gotin, daxwaz dikin dadgehkirina wan destpê bike û rê jî bê dayîn daku kes û karên wan serdana wan bikin.
Raporta Pentagonê dibêje di meha Hezîranê de HSDê operasyoneke şer rojî kiriye, 150 zevî û gund paqij kirine, 110 çekdarên DAIŞê girtine, Hêzên Hevpeyman jî sê serkirdeyên bilind ên DAIŞê di meha Gulanê de kuştine.
Raporta Pentagonê behsa ferzkirina 39 cezayan bi ser beşar Esed û darûdestê wî di çarçoveya Biryara Qeyser de dike, ceza jî dimînin heta Beşar Esed pêbendê biryara 2254 a Encûmena Asayîşê dibe.