Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Maria Zaharova ragihand ku Amerîka li ser şandina çekan bo Kurdan berdewam e.
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Maria Zaharova d civîna çapemeniyê ya heftane de li ser geşedanên dawîn a Sûriyê de axivî.
Zaharova wiha axivî: ‘Amerîka li ser şandina çekan bo Kurdên Sûriyê berdewam e û ev pêngavên Ameîrkayê zirarê didin yekgirtina axa Sûriyê.’
Zaharova di derbarê îdîayên kuştina leşkerên rûsî ji aliyê hevpeymaniya navdewletî ve jî got, ‘Dibe ku 5 kesên ku welatiyên Rûsyayê ne canê xwe ji dest dabin, lêbelê îdîayên din ku dibêjin bi dehan, bi sedan leşkerên rûsî canê xwe ji dest dane, dezenformasyon e.’