Sabrina Singh: Metrisiyên DAIŞê li Îraq û Sûriyeyê berdewam in

Cîgira Berdevkê Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê radigehîne, “Heta niha metrisiyên DAIŞê berdewam in û em bi hevpeymanên xwe re li Îraq û Sûriyeyê li ser çavdêrî û kontirolkirina wan berdewam dibin.”

20.09.2024, Cum - 10:12

Sabrina Singh: Metrisiyên DAIŞê li Îraq û Sûriyeyê berdewam in
Nuçe Belav bike

Cîgira Berdevkê Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon) Sabrina Singh duhî bersiva peyamnêrê K24ê Îsa Hesen da û got, “Hêşta metrisiyên DAIŞê li ser Îraq û Sûriyeyê berdewam in û ji 2014ê cuda ne jî.”

Cîgira Berdevkê Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê amaje jî da, “Em berewam çavdêriya rewşê dikin, lewma jî em bi hevparî bi hêzên ewlehiyê yên Îraq û Sûriyeyê re çalakiyan li dijî şaneyên DAIŞê û serkirdeyên wê dikin.”

Berdevkê Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon) Pat Ryder jî li roja Sêşemê got, “Bala me li ser peywendiyên me yên bi Îraqê re û nehêlana bi yekcarî ya DAIŞê ye, ji ber ku hêzên me ji bo nehêlana çekdarên wê rêkxistinê li Îraqê ne, xasma jî ku ew rêkxistin li Îraq û Sûriyeyê wekî gef maye. Pêxemetî vê yekê jî, em dê bi Hikûmeta Îraqê re berdewam bin.”

Berdevkê Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon) amaje jî da, “Niha danûstandin li ser guhertina erkan berdewam in, bi liberçavwergirtina wê yekê ku DAIŞ wekî gefek maye û xasma jî li Sûriyeyê.”

 

K24
Vî nûçeyê tevayî: 63 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:24:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x