Şandeke Kurdên Êzidî li Amerîkayê ye: Şand bi rayedarên wî welatî re civiya

Şandeke Kurdên Êzidî ya bi pêşengiya Mîrê Kurdên Êzidî Mîr Hazim Tehsîn Beg, li Amerîkayê bi rayedarên Koşka Spî û Wezareta Karên Derve ya wî welatî re civiya.

07.09.2023, Per - 11:33

Şandeke Kurdên Êzidî li Amerîkayê ye: Şand bi rayedarên wî welatî re civiya
Nuçe Belav bike

Mîrê Kurdên Êzidî Mîr Hazim Tehsîn Beg û şanda ligel wî, bi Şêwirmendê Koşka Spî yê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîkayê Terry Wolff hevdîtin kir.

Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê yê ji bo Karûbarên Êzidiyan Dr. Xelef Şingalî, ji Rûdawê re ragihand ku Mîr Hazim Tehsîn Beg bi Terry Wolff re pirsa parastina pêkhateyan li Îraqê, rewşa Kurdên Êzidî û vegera koçberan gotûbêj kir.

Bi gotina Dr. Xelef Şingalî, di heman hevdîtinê de rêkeftina Şingalê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî hat gotûbêjkirin.

Dr. Xelef Şingalî ku endamê şandeyê bi Mîrê Kurdên Êzidî re ye got:

“Şêwirmendê Koşka Spî yê ji bo karên Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîkayê tekezî li ser piştgriya welatê xwe ya ji bo Kurdên Êzidî û parastina wan kir.”

Ji aliyeke din ve Mîrê Êzidiyan û şanda pêre bi rayedarên Wezareta Derve ya Amerîka re jî civiyan.

Di wê civînê de jî pirsên girêdayî Kurdên Êzidî û rêkeftina Şingalê hat gotûbêjkirin.

Dr. Xelef Şingalî herwiha got, di hevdîtinan de behsa hewlên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî yên ji bo rizgarkirina Kurdên Êzidî û avadankirina Şingalê jî hatiye kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 401 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:00:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x