Senatorê Amerîkî: Trump vê gelek zêdetir piştevaniya Kurdistan bike

'Kurd hevpeymanê biwefa yên Amerîkayê ne û Amerîka ji berdewam vê biwefa be li hevpeymaniya xwe li gel Kurdan'

07.01.2017, Cts - 08:04

Senatorê Amerîkî: Trump vê gelek zêdetir piştevaniya Kurdistan bike
Nuçe Belav bike

Senatorekî Amerîkayê dibêje ku: "Îdareya nû ya Amerîkayê vê gele hevkarî û piştevaniya gelê kurd û Pêşmergeyan bike.”

Senatorê komariyan, Ted Cruz di hevpeyvîneke taybet de li gel K24 diayr dike ku vê siyaseta serokê nû yê Amerîkayê, Donald Trump gelek baştir û cudatir be li siyaseta Obama ya hemberî Kurdan.

Ted Cruz dibêje ku:”Ez gelek geşbînim ku rêveberiya nû yê Amerîkayê siyaseteke gelek cudatir hebe û siyasetek , ku rasterast piştevaniya kurd û Pêşmergeyan bike, siyasetekê ku Obama amade nebû bike.”

Ted Cruz yek li namzedên diyar yên serokatiya Amerîkayê bû û xwe wek dostê kurdan dide nasînê û dibêje ku :"wek dizanin ez demeke zêdeye piştevaniya gelê Kurd û pêşmergeyan dikim ku niha şerê DAIŞê dikin. Kurd hevpeymanê biwefa yên Amerîkayêne û Amerîka jî berdewam biwefa dibe li hevpeymaniyê li gel Kurdan de.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1457 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:39:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x