Senatoya Amerîkayê destûrnameyên bikaranîna hêza serbazî li Iraqê hilweşandin

Senatoya Amerîkayê bi piraniya dengan, destûrnameyên bikaranîna hêza serbazî li Iraqê hilweşandin.

30.03.2023, Per - 07:23

Senatoya Amerîkayê destûrnameyên bikaranîna hêza serbazî li Iraqê hilweşandin
Nuçe Belav bike

Di civîna xwe ya duh de, Encûmena Pîran a Amerîkayê (Senato), bi 66 dengên Erê û 30 dengên Na, destûrnameyên bikaranîna hêza serbazî li Iraqê ya salên 1991 û 2002ê hilweşandin, ku her du yasayan desthilat dida Pentagonê bêyî ku li Kongresê vegere, bi fermana Serokê Amerîkayê êrîşên leşkerî li Iraqê pêk bîne.

Rêberê Piraniya Senatoyê Chuck Schumer piştgiriyek xurt a betalkirinê ye, û got “êdî hincetek tune” ku destûr bide ew destûrname bimînin.

Chuck Schumer got, “Gelê Amerîkî vê yekê naxwaze, ew ji şerên bêdawî yên li Rojhilata Navîn westiyane.”

Gelek Komarparêz, di nav wan de Rêberê Kêmaniya Senatoyê Mitch McConnell, li dijî betalkirina destûrnameyên şer ên ji bo bikaranîna hêzê li Iraqê ne, û amaje dikin ku ew ji aliyê serokan ve rastî binpêkirinan nayên, lê rê didin Koşka Spî ku bersivê bide gefên li seranserê cîhanê di demek xeternak de.

McConnell beriya dengdanê di daxuyaniyekê de got: “Ez li dijî wê yekê me ku Kongre ti destûrnameyên hêzên leşkerî li Rojhilata Navîn betal bike. Dijminên me yên terorîst şerê xwe li dijî me bi dawî nakin.”

McConnell destnîşan kir, dema ku Amerîka hêzên xwe li cihên metirsîdar bicih dike, “pêdivî ye ku em hemû piştgirî û desthilatên qanûnî yên ku em dikarin, ji wan re peyda bikin.”

Ji bo ku ew biryaya Kongrêsê cîbicî bibe û yasaya bikaranîna hêza serbazî li Iraqê were hilweşandin, divê Encûmena Nûnerên Amerîkayê jî bi piraniya dengan pesend bike.

Koşka Sipî ragihandiye, ew piştgrya wê pêngavê dikin, eger Encûmena Nûneran jî heman tiştî pesend bike, wê demê dê bibe dawîhatineke fermî ya şerê Iraqê. Bi wê yekê desthilata ragihandina şer êdî dê bikeve di destê Kongrêsê de.

Serokê Encûmena Nûneran jî ragihandiye ku ew jî piştgrya wê pêngavê dikin.

Piştî pesendkirina betalkirina wan destrûnameyan li Encûmena Nûneran, divê Serok Amerîkayê wan pesendkirinan îmze bike. Joe Biden ragihandiye ku ew dê betalkirina destûrnameyên şerê Iraqê îmze bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 261 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:12:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x