Serokê Encûmena Nûneran a Amerîkayê piştî gera 15an hat hilbijartin

Piştî çar rojan gotûbêjên navxwe yên Komarî û 15 gerên dengdanê, Kevin McCarthy wek serokê Encûmena Nûneran a Amerîkayê hat hilbijartin.

07.01.2023, Cts - 11:11

Serokê Encûmena Nûneran a Amerîkayê piştî gera 15an hat hilbijartin
Nuçe Belav bike

Roja Şemiyê 7ê Çileya 2023an, berbijêrê Komariyan Kevin McCarthy ê 57 salî bi 216 dengan ji bo serokê Encûmena Nûneran a Amerîkayê hate hilbijartin.

Piştî ku cara 14emîn di hilbijartinê de serok nehat hilbijartin, Encûmena Nûneran a Amerîkayê ji bo ku dengdan heta roja Duşemê were paşxistin deng dan, lê piraniya encûmenê deng dan ku îro gera 15emîn were lidarxistin.

Ji bo ku McCarthy bibe serokê Encûmena Nûneran a Amerîkayê, pêdiviya bi piraniya dengên 435 endamên Encûmenê hebû.

Hilbijartina serokê Encûmena Nûneran di 160 salên dawî de weke hilbijartina herî dirêj tê dîtin, ji ber ku Komarî çar roj û 15 gerên dengdanê derbas kirin heta ku hin komarî tevlî McCarthy bûn û dengê xwe dan wî.

Encûmena Nûneran a Amerîkayê ji 435 endaman pêk tê, Komarî 222 kursî û Demokrat 213 kursî hene.

Lêbelê, piştî ku siyasetmedarê Demokrat Donald McEachin, ku ji Virginia hate hilbijartin, di 28ê Mijdara 2022-an de koça dawî, kir yek ji kursiyên Demokratan vala ma. Ji bo ku McCarthy wek serok were hilbijartin, diviyabû dengên 218 endaman, ku nîvê endamên encûmenyê ye, bidest bixista.

Lêbelê, ev bendê derbasdar e ku her parlamenterek ji bo endamekî deng bide. Ji ber ku di dengdana dawîn de 6 parlementeran dengê xwe nedan tu berbijarekî, benda hilbijartinê daket 215an û McCarthy dikare bibe serok.

Her ji gera yekem ve Demokratan 212 deng ji bo berbijêrê xwe Hakeem Jeffries dan, lê McCarthy ji ber cudahiya di navbera Komariyan de nekarî piraniya pêwîst ji bo hilbijartina serok peyda bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 316 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:54:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x