Fermandarê berê yê hêzên deryayî û şêwirmendê leşkeri yê naha yê Amerîkayê derbarê serxwebûna Kurdistanê babetek belav kir.
Fermandarê berê yê hêzên deryayî yê Amerîkayê û şêwirmendê payebilind James Jones ku di rojnameya Washington Times bi navnîşana ber bi Kurdistaneke serbixwe belav kir û ragehand û li gel amaje bi vê rêjeya berçav ku gelê Kurdistanê ya 25ê Îlonê bo serxwebûna Kurdistanê deng dan, behsa hewldanên Tehran, Bexda û Enqere ya berî pêkanîna referandûmê û piştî referandûmê dike û dibêje: ‘’Ji ber referandûm bi serkeftî pêkhat, xeta esmanî li ser Kurdistanê hat daxistin.’’
Herwaha James Jones bal kêşa ser hewldanên Îranê, ku 16ê vê mehê de alîkariya Iraqê kiriye û çek û teqemenî daye wan ku êrîş bikin ser Kerkûkê û gotiye, rojek berî êrîşê fermandarê hêza Quds a Îranê Qasim Silêmanî li gel baskeke YNKê civiya û rêkeftin li gel wan pêkanî.
Herwaha dibêje: ‘’Berê xwe bidin stratejiya Amerîkayê ya li rojhilata navîn binêrin, siyaseta Amerîka rêgirtine li bihêzbûn û pêşketina hegomanya Îranê ye, wê jî bi alîkariya hin alî û netewa wek kurd, ku di şerê dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de beşdarbûn û li gor wî hebûna Kurdistaneke serbixwe mifte û kilîla serekiye bo pêşî girtina li Îranê.
Herwaha daxwaz li Amerîka dike ku, welatê wan pêwîste piştgiriya xwe bo Kurdistanê zêde bike û dest bike bo damezrandina binkeyeke leşkerî ya Amerîka li Hewlêrê.