Teqîna li Enqereyê: Amerîkayê li ser daxuyaniyên YPG û Tirkiyeyê çi got?

Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Vedant Patel li ser daxuyaniyên YPG û Tirkiyeyê yên derbarê teqîna li Enqereyê axivî.

05.10.2023, Per - 07:57

Teqîna li Enqereyê: Amerîkayê li ser daxuyaniyên YPG û Tirkiyeyê çi got?
Nuçe Belav bike

1ê vê mehê demjimêr derdora 09:30î 2 kesan li Enqereyê bi otomobîlekê êriş pêk anî.

HPGyê da zanîn ku êriş ji aliyê Tabûra Nemiran ve hatiye encamdan.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan jî got her du gerîlayên êriş pêk aniye “Ji Sûriyeyê hatine.”

Fîdan herwiha gefa “operasyonê” xwar û got, “PKK û YPG armancên sereke yên hêzên me ne.”

Li aliyê din, HSDyê red kir ku encamderên vê teqînê ji herêmên wan derbasî Tirkiyeyê bûbin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî jî got, “Wekî ku rayedarên Tirkiyeyê îdia dikin, kiryarên êrişa Eneqereyê ji herêma me derbas nebûne.”

“Amerîka dilgiran e”

Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Vedant Patel, pirsên nûçegihanê Rûdawê Diyar Kurde yên li ser van daxuyaniyan bersivandin.

Patel da zanîn ku polîtikaya Amerîkayê “kêmkirina rageşiyê ye” û got, “Amerîka ji ber zêdebûna rageşiya leşkerî ya li Bakurê Sûriyeyê dilgiran e.”

Vedant Patel, li ser daxuyaniya Mazlûm Ebdî wiha got:

“Haya me ji fikarên Tirkiyeyê yên li ser ewlehiya xwe heye. Amerîka ji ber zêdebûna rageşiya leşkerî ya li Bakurê Sûriyeyê dilgiran e.

Em ji ber bandora vê rageşiyê ya li ser sivîlan bifikar in, herwiha em dilgiran in ku ev rageşî bandorê li têkoşîna bi DAIŞê re bike.

“Divê Tirkiye çalakiyên xwe bi Îraqê re koordîne bike”

Di bingeha polîtikaya me ya herêmê de kêmkirina rageşiyê heye. Em vê yekê diparêzin ku agirbest bidomin û em hevahengiya xwe ya bi Tirkiyeyê re didomînin.

Li gorî me, divê Tirkiye çalakiyên xwe bi Îraqê re koordîne bike û ev çalakî li gorî rêzgirtina li serweriya Îraqê bin.”

Vedant Patel, li ser angaştên Hakan Fîdan jî got, “Tiştekî ku ez li ser vê mijarê bibêjim nîne.”

Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê destnîşan kir ku “Ew ji bo têkoşîna bi PKKyê re li kêleka Tirkiyeyê ne.”

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 208 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:47:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x