Tîllerson hişyarî da Ebadî

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re ragihand: “Herweke Bexdayê li Hewlêrê jî dostên me hene. Lewma em ji vê kêşmekêşî û gijgijiya di navbera hikûmeta Iraqê û ya Herêma Kurdistanê de dilgiran in. Em daxwaz dikin pirsgirêk di çarçoveya destûrê de werin çareserkirin.”

24.10.2017, Sal - 06:45

Tîllerson hişyarî da Ebadî
Nuçe Belav bike

Êvara roja Duşemê 23-10-2017, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson di serdaneke neçaverêkirî de gihişte Bexdayê û li gel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm civiya. Di civînan de rewşa şerê DAIŞê, qonaxa piştî DAIŞê û herwiha aloziya di navbera Hewlêr û Bexdayê de hate rojevê.

Li gorî ofîsa Serokwezîriya Iraqê, di hevdîtinê de Rex Tillerson ji Ebadî re gotiye: “Birêz Serokwezîr, ji ber pêşwazîkirina te pir spas dikim. Bi rastî pir kêfxweş im, ku li vi rim. Iraq di têkbirina DAIŞê de hevbeşeke me yê pir giring e.”

Hate ragihandin, ku Tillerson di axaftina xwe de ji ber kontrolkirina Mûsil, Tilefer û Hewîceyê destxweşiya hêzên ewlekariya Iraqê kiriye û ragihandiye: “Weke we jî got, hêj gelek tişt mane divê werin kirin da ku mirov piştrast be DAIŞ têk çûye.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê balkişandiye ser aloziya di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de û wiha axiviye:

“Ji ber nakokî û gijgijiya di vê dema dawî de, di navbera hikûmeta navendî û hikûmeta Herêma Kurdistanê de qewimiye, em pir dilgiran û nîgeran in. Dostên me li bexdayê hene. Herwiha li Hewlêrê jî dostên me hene. Em herdu aliyan jî handidin da ku dest bi guftugo bikin. Bi nêrîna me, eger herdu alî jî bi Iraqekî yekgirtî û destûra Iraqê ve pabend bin, wê demê dê ciwayazî û nakokî çareser bibin. Hingî dê rêz ji mafên mirovan rewere girtin û paşeroja Iraqê jî dê geş û aram be.”

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serokwezîriyê, Rex Tillerson amaje bi hevdîtina xwe û Ebadî ya li Erebîstana Siûdî jî kiriye û destnîşan kiriye, ku ew hevdîtin pir giring e, dê bibe veguhertineke baş ji bo pêwendiyên Iraqê yên li gel welatên Kendavê û herwiha Erebîstanê.

Tillerson gotiye: “Ev tişte tev de ji bo xizmetkirina gelê Iraqê, bi hêzkirina ewlekarî û seqamgiriya vî welatî ye. Hêvîdar im, ku em bikarin çalakiyên xwe yên aborî li Iraqê zêdetir bikin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1123 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:12:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x