Trump namzediya xwe ji bo hilbijartinên serokatiya Amerîka yên 2024an radigihîne

Serokê berê yê Amerîka Donald Trump roja duhî Sêşemê ragihand, ew ê di sala 2024an de ji bo cara sêyem bibe namzedê Koşka Spî.

16.11.2022, Çar - 07:15

Trump namzediya xwe ji bo hilbijartinên serokatiya Amerîka yên 2024an radigihîne
Nuçe Belav bike

Trump ê ku di sala 2020an de bi tundî êrîşî hilbijartinên 2020an kiribû, belgeyên xwe yên namzediyê bo hilbijartinên 2024an pêşkêş kirin.

Serokê berê li baregeha xwe ya li Florida bi alîgirên xwe re got: “Ji bo Amerîka dîsa mezin bikin, îşev ez namzediya xwe ya ji bo Serokdewletiya Amerîkayê radigihînim.”

Trump bi tundî rexne li serokê niha Joe Biden girt û ew tawanbar kir ku di ber “derketina Amerîkîyan ji Afganîstanê, û hiştina alavên bi mîlyaran dolaran li wir” de berpirs e.

Trump got: “Eger ez serok bûma, dê şerê Ukraynayê çênebûya”

Trump got ku 236 namzedên wî di hilbijartinên navdemê de bi ser ketin, û tenê 22 ji wan têk çûn, lê wî got, divê performansa Komarîyan di hilbijartinên Senatoyê de baştir bûya.”

Trump ji alîgirên xwe re tekez kir: “Ez piştrast dikim ku Biden dê ji bo 4 salên din nemîne.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 493 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:03:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x