Washingtonê li ser nifşê çarem yê mûşeka balîstîk hişyarî da Tehranê

Li hember ceribandina nifşê çarem yê mûşekên balîstîk ji aliyê Îranê ve, Washingtonê cardin hişyariya cidî daye Tehranê.

26.05.2023, Cum - 05:51

Washingtonê li ser nifşê çarem yê mûşeka balîstîk hişyarî da Tehranê
Nuçe Belav bike

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller ragihand, pêşvebirina bernameyên mûşekî yên Îranê û herwiha ceribandina wan mûşekan, metirsî û gef e li ser asayîşa navçeyî û navdewletî.

Matthew Miller diyar kiriye, tevî siza û dorpêçên civaka navdewletî yên li ser Îranê, Tehran teknolojiya taybet bi mûşekên balîstîk pêşve dibe û biryarên Neteweyên Yekgirtî binpê dike bi wê yekê ceribandina mûşekan encam dide.

Dezgehên ragihandinê yên Îranê ragihandibû, duh Pêncşemê 25ê Gulana 2023an, Wezareta Berevanî ya Îranê perde ji ser nifşê çarem yê mûşeka balîstîk rakiriye, ku bi navê Xeybet dirust kiriye.

Li gor dezgehên ragihandinê yên Îranê, mûşeka Xeybet dikare 2000 kîlometre biçe û giraniya wê 1500 kîlogram e. Herwiha hatiye eşkerekirin ku ew mûşek bi awayekî hatiye çêkirin ku dikare xwe ji dezgehên çavdêriyê biparêze û dikare sîstema berevaniya asmanî bibire.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 204 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:53:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x