Washîngton Tîmes: McGurk, xwedî avakerê polîtîkayên antî-Kurdistanî ye!

Rojnameya Washington Timesê analîz nûçeyek weşand û tê de îdîa kir ku "Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê li dijî DAIŞ'ê Brett McGurk berpirsyar e ji dijberiya Amerîkayê bo referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê."

17.11.2017, Cum - 12:46

Washîngton Tîmes: McGurk, xwedî avakerê polîtîkayên antî-Kurdistanî ye!
Nuçe Belav bike

Nivîsa ku bi îmzeya Rachel Avraham ku di Rojnameya Washîngton Times'ê de hatiye weşandin di destpêkê de wiha dibêje: "Brett McGurkê ku ji aliyê Serokê DYA'yê yê berê Barack Obama ve hatibû erkdarkirin û niha di nava birêveberiya Donald Trumpî de dixebite, li gel ku di birêveberiya serokekî komarparêz de dixebite jî hewl dide ku polîtîkaya Iraqê ya têkçûyî dewam bike."

Li gorî rojnameya Washington Times'ê, çavkaniyeke navê wî nehatiye eşkerekirin gotiye ku "Birêz McGurk bi tena serê xwe berpirysar e ji dijberiya Amerîkayê bo referandûma serxwebûna Kurdistanê re".

Herwiha wê çavkaniyê teqez kiriye ku "ew (McGurk) li dû bêdengiya Amerikayê bû li gel ku haya wan jê heye, Îran û aliyên wê Kerkûkê dagir dikin û êrîşî Kurdistanê dikin. Êdî dem hatiye ku birêz Trump ji rêya birêz Obamayî derkeve û nûnerekî nû erkdar bike."

Herwiha di nivîsê de tê gotin ku "Birêz Trump îdîa kiribû ku birêz Obama baştir e lê heta ku birêz McGurk li nivîsgehê be û polîtîkaya Iraqê ya têkçûyî dewam bike, polîtîkaya wî dê ji ya birêz Obama ne baştir be. Herwiha wî nekariye fêm bike ku ew rojên ku dîktatoran Iraqeke yekgirtî kontrol dikir, xelas bûne û çi hewldana ku Iraqa yekgirtî biparêzin dê rê li ber veke ku Îran bibe serwera herêmê."

Di berdevama anal3iz nûçeyê de hatiye nivîsandin û tê destnîşankirin ku rast e, hikûmeta DYA'yê diyar kiribû ku ji dema referandûmê ne razî ne û xwestibû ji bo şerê li dijî DAIŞê bi paş de bixin lê ji ber ku heta asteke bilind DAIŞ li Iraqê têk çûbû, kurdan dît ku pêwîstî tine û eger bêtir were bipaşdexistin jî dê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî xurt bike ku siyasetmedarekî nêzîkî Îranê ye bêtir ji Amerîkayê."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1125 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:36:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x