Welatiyên Îran û Rojhilata Kurdistanê xwepêşandanek birêve birin

Li Amerîkayê welatiyên Îranî û yên Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan kirin, wan daxwaz kirin ku civaka navdewletî bêhtir û cidîtir li ser mijara jehrîkirina xwendekarên keç raweste, ji ber ku jiyana wan di metirsiyê de ye, heta niha kes bi rastî nizane kê xwendekaran jehrî dike.

13.03.2023, Pts - 05:49

Welatiyên Îran û Rojhilata Kurdistanê xwepêşandanek birêve birin
Nuçe Belav bike

Li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê welatiyên Îranî û yên Rojhilatê Kurdistanê li dijê jehrîkirina keçan li dibistanên Îranê xwepêşandan kirin. Ew dixwazin ku Amerîka û welatên Rojava bêhtir vê mijarê bişopînin.

Endama Saziya Azadiya Jinan li New Yorkê Lîmor Batler got: “Ev gelek tund in di kuştina xwendekarên genc ên keç de, keç tenê bo fêrbûnê diçûn dibistanê, lê ew êrîşî ser wan dikin, herwiha heta niha êrîşî ser mêran jî tê kirin û ew têne girtin.”

Mijara jehrîkirina keçan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 3 mehan berî niha destpê kir. Li gorî amarên nefermî heta 6ê vê mehê 5 hezar xwendekar li 230 dibistanan li 25 parêzgehên Îranê hatine jehrîkirin.

Lîmor Batler herwiha got: “Em dilgiran in, bêzar in û em ditirsin, endamên malbatên me li Îranê ne û dilê em bi wan re ye, gelek ji me neçar mane ku ji ber vê rejîmê ji Îranê derkevin.”

Şiroveyên cûda derbarê jehrîkirina xwendekarên keç tên kirin, beşek ji welatiyên Îranê wisa hizir dikin ku berpirsên Îran li pişt wî karî ne, lê berpirsên Komara Îslamî ya Îranê dibêjin ku neyarên Îranê li pişt wî karî ne.

Herweha beşek ji siyasî û çalakvanan dibêjin ku grûpên Îslamî yên proksy bo rêgirtin ji xwendina keçan wî karî dikin

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 259 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:38:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x