Wezareta Derve ya Amerîka: Me daxwaz ji Tirkiye û Iraqê kir ku dest bi hinartina petrolê bikin

Berpirsekî Wezareta Derve ya Amerîkayê di bersiva pirseke Tora Medyayî ya Rûdawê de ragihand ku wan daxwaz ji Tirkiye û Iraqê kiriye ku dest bi hinartina petrolê bi rêya boriya petrolê ya Iraq-Tirkiyê bikin.

01.04.2023, Cts - 08:17

Wezareta Derve ya Amerîka: Me daxwaz ji Tirkiye û Iraqê kir ku dest bi hinartina petrolê bikin
Nuçe Belav bike

Piştî eşkerekirina biryara Dadgeha Navbijvaniyê ya Navdewletî li Parîsê ji hêla Iraqê ve, Tirkiyê hinartina petrola Herêma Kurdistanê rawestand.

Roja çarşemê 29.03.2023, me çend pirs ji Wezareta Derve ya Amerîka kirin. Berpirsekî Wezareta Derve ya Amerîkayê roja înê 31ê Adarê bersiva pirsên me da û teksta pirs û bersivan wiha ye:

Rûdaw: Gelo Amerîka dê hemahengî yan jî civînekê ligel hikûmeta Iraq û Tirkiyê bike ji bo destpêkirina hinartina petrola Kurdistanê bi rêya Tirkiyê bo bazarên cîhanê?

Berpirsekî Wezareta Derve ya Amerîkayê: Me daxwaz ji hikûmetên Tirkiyeû Iraqê kir ku hinardekirina petrolê bi rêya boriya petrolê ya Tirkiye-Iraqê ji nû ve bidin destpêkirin. Qutkirina dabînkirina enerjiya cîhanê xizmeta berjewendiyên tu kes û aliyekî nake.

Rûdaw: Hûn çawa alîkariya wan kompaniyên Amerîkî dikin ku niha di sektora nefta Herêma Kurdistanê de kar dikin û ji ber vê biryarê (biryara Dadgeha Navbijîvaniyê ya Navdewletî li Parîsê) karên xwe rawestandine?

Berpirsekî Wezareta Derve ya Amerîkayê: Wek çawa di meha sibatê de, Komîteya Bilind a Hevahengiya Amerîka û Iraqê li Washingtonê daxwaz kir, berpirsên Amerîka berdewam in li ser daxwazkirina ji berpirsên hikûmeta Iraq û hikûmeta Herêma Kurdistanê ku pirsgirêka budce û hîdrokarbonê bi rengekê çareser bikin ku sûda wê ji welatiyên Iraqê re hebe, bi awayê ku destûra Iraqê daxwaz dike.

Rûdaw: Pereyên meaşên karmendên Herêma Kurdistanê ji dahata petrolê tê, ji ber ku hikûmeta Iraqê pişka budceya Herêma Kurdistanê naşîne, gelo dê Amerîka bi çi alîkariya Herêma Kurdistanê bike ji bo derbaskirina vê pirsgirêkê di vê demê de, xasma ku hinartina petrolê rawestiyaye û dahata wan a petrolê tune ye?

Berpirsekî Wezareta Derve ya Amerîkayê: Ez careke din dibêjim, wek çawa di meha sibatê de, Komîteya Bilind a Hevahengiya Amerîka û Iraqê li Washingtonê daxwaz kir, berpirsên Amerîkayê berdewam in li ser daxwazkirina ji berpirsên hikûmeta Îraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê ku pirsgirêka bûdce û hîdrokarbonê bi awayekî çareser bikin ku sûda wê ji welatiyên Iraqê re hebe, bi wî rengê ku destûra Iraqê daxwaz dike.

Rûdaw: Li gor rapirsiyeke nû ya şirketa Gallupê ku navenda wê ya sereke li Amerîkayê ye, sedi 79 ji xelkê Herêma Kurdistanê ji Amerîkayê hez dikin û alîgirên Amerîkayê ne (pro-amerîkî ne). Hûn çi dikin ji bo ku gelê Herêma Kurdistanê bi berdewamî vê nêzîkatiya dostane bibîne?

Berpirsekî Wezareta Derve ya Amerîkayê: Em hevbeşiya xwe ya stratejî li gel hikûmeta Herêma Kurdistanê û Herêma Kurdistanê giranbiha dibînin. Hevpariya me li gel Herêma Kurdistanê piralî ye, em dijî terorê hevpar in. Em piştgiriya reformên aborî û îdarî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ji bo avakirina aboriyeke zelal û şefaftir, cihêrengtir û bihêztir. Em piştevaniya karsaziyê dikin bo handana geşiyeke aborî ya giştgir. Her wisa, em bi hev re kar dikin bo hiştin û parastina şûnwaran. Di heman demê de, em ê alûgora perwerdehiyê jî zêdetir bikin. Her wisa, di civînên me yên berdewam li gel hikûmeta Herêma Kurdistanê de, armanca me ew e ku em rêzgirtina li mafên mirovan, azadiyên sivîl û pabendbûna bi serweriya qanûnê han bidin.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 332 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:44:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x