Wezareta Derve ya Amerîkayê : Bûyera Cindirêsê nayê qebûlkirin

Wezareta Derve ya Amerîkayê bang li aliyên Sûriyê kir ku tundiya li dijî sivîlan rawestînin. Wezaretê herwiha bûyera êvara Newrozê ya li bajarokê Cindirêsa Efrînê jî şermezar kir û wek bûyerek ku “nayê qebûlkirin” bi nav kir

01.04.2023, Cts - 08:08

Wezareta Derve ya Amerîkayê : Bûyera Cindirêsê nayê qebûlkirin
Nuçe Belav bike

Roja Înê 31-03-2023, rayedarekî Wezareta Derve ya Amerîkayê ji derbarê bûyera Cindirêsê de ku têde 4 welatiyên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê di dema pêxistina agirê Newrozê û pîrobahiyên cejna Newrozê de hatin komkujkirin, ji Rûdawê re ragihand, “tundûtûjiya weke ya Cindirêsê ku di roja 20ê Adarê de me dît, nayê qebûlkirin.”

Wezareta Derve ya Amerîkayê got: “Em bang li hemû aliyan (li Sûriyê) dikin ku tundûtûjiyên ku zirarê didin sivîlan rawestînin.”

Êvara roja 20ê Adara 2023an û di dema pêxistina agirê Newrozê de, çekdarên komeke çekdar li bajarokê Cindirêsa Efrînê gule berdabûn endamên malbateke Kurd û di encamê de 4 kes kuştibûn û 2 kes jî birîndar kiribûn.

Rayedarê Wezareta Derve ya Amerîkayê got jî: “Me bi berdewamî ji hemû aktorên Sûriyê re tekezî li ser giringiya parastina agirbestê kiriye.”

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 320 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:06:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x