Wezareta Derve ya DYA: Dem hatiye ku aliyên Iraqî vê xitimandinê çareser bikin

Cîgirê berdevkê Wezareta Derve ragihand, êdî dem hatiye ku aliyên Iraqî dawî li vê xitimandinê bînin. Wî got ku Washington bang li hemû aliyên Îraqî dike ku xwe ji tundûtûjiyê dûr bixin û rêyên aştiyane ji bo çareserkirina nakokiyên xwe werbigirin.

07.09.2022, Çar - 05:39

Wezareta Derve ya DYA: Dem hatiye ku aliyên Iraqî vê xitimandinê çareser bikin
Nuçe Belav bike

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel, “Em bang li aliyên Iraqî dikin ku aram bin, xwe ji tundiyê dûr bixin û rêya aştiyane bidin ber xwe.”

Alîkara Wezîrê Derve ya Amerîkayê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn Barbara Leaf roja yekşemê 04.09.2022ê gihîşt Bexdayê û ligel Serokwezîr û Serokomarê Iraqê civiya.

Patel di berdevamiya axaftina xwe de, “Ji bilî tiştên ku dawiya heftiya borî hatin pêşkêşkirin ti hûrgiliyên min nînin ku ez bibêjim, lê tiştê ku ez dixwazim bibêjim ew e ku em dîsa di derbarê Iraqê de bawer dikin ku dem hatiye ku hemû alî kêşeya heyî çareser bikin. Em ê bibînin ka em di derbarê serdana wî de hûrguliyên nû bistînin.”

Roja Duşemî 5ê Îlona 2022ê, Barbara Leaf ji hejmareke medyayî re ragihand, karê sereke yê rêveberiya Serok Joe Biden, bi taybetî Wezareta Derve, tekezî li ser aramî û ewlehiya Iraqê ye.

Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê amaje bi aloziyên hefteya borî yên di navbera alîgirên Sedr û Saraya Selam ji aliyekî û grûpên çekdar ên Heşda Şeibî ji aliyê din ve kir, ku di encamê de zêdetirî 30 kes hatin kuştin “Ewlehiya niştimanî, wezaretên derve, berevanî û saziyên din ên Amerîkayê rewşa Iraqê ji nêzîk ve dişopînin.”

Li gorî wî berpirsê Amerîkî, bûyerên heftiya borî belgeya wê yekê ye ku rewşa siyasî ya Iraqê ber bi têkçûnê ve diçe. “Hefteya borî lêkolîn li ser tundûtûjî û kuştinên li Iraqê kirin, ku ev yek jî hişyariyek bû bo serkirdeyên siyasî ku eger ber bi diyalog û çareseriyê ve neçin, 40 milyon Iraqî li benda jiyaneke baştir in, ku mafê wan e.”

Serdana Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka ku heta niha li Iraqê ye, piştî wê yekê hat, ku çend senatoran bi nivîsa xwe ji Wezareta Derve re daxwaz kiribûn ku rola xwe di çareserkirina kêşeyên petrolê yên di navbera Bexda û Hewlêrê de hebe, ku bûye sedema pirsgirêkan bo kompaniyên Amerîkî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 345 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:12:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x