Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê: Em ji bûyera li Silêmaniyê agahdar in

Ofîsa Ragihandinê ya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, ragihand ku haya wan ji êrişa li Silêmaniyê heye.

19.09.2023, Sal - 09:34

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê: Em ji bûyera li Silêmaniyê agahdar in
Nuçe Belav bike

Doh piştî nîvro li balafirgeha çandiniyê ya navçeya Erbetê ya Silêmaniyê teqîneke bihêz rû da.

Herwiha hat ragihandin ku di êrişê de 3 endamên Yekîneya Dijî Terorê ya Pêşmergeyan şehîd ketine û 3 Pêşmerge jî birîndar bûne.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, pirsa Rûdawê ya li ser vê êrişê bersivand û got:

“Haya me ji bûyera Erbetê heye. Saziyên Îraqî li ser bûyerê lêkolînan dikin.”

"Parçeyekî komployê ye"

Li aliyê din Serokê Giştî yê YNKyê Bafil Talebanî êrişa li balafirgehê bi awayekî tund şermezar kir û wiha got:

“Ev çalakî binpêkirina eşkere ya serweriya Herêma Kurdistanê û Îraqê ye.

Ev li Silêmaniyê parçeyekî komployê ye ku armanc dike aştî û aramiya Herêma Kurdistanê têk bibe.”

“Binpêkirineke nû ya serweriya Îraqê ye”

Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî jî diyar kir ku Pêşmergeyên li balafirgehê di çarçoveya perwerdeya rojane de bûne armanca dronan.

Qubad Talebanî got ku ev binpêkirineke nû ya serweriya Îraqê ye.

Qubad Talebanî tekez kir ku ji bo êrişên bi vî rengî dubare nebin tiştê ku dikeve ser milê Hikûmeta Îraqê divê bi cih bîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 310 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:47:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x