Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê: Haya me ji fikarên Tirkiyeyê yên ji ber PKKyê heye

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller ragihand ku haya wan ji fikarên Tirkiyeyê yên ji ber PKKyê heye.

03.10.2023, Sal - 07:01

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê: Haya me ji fikarên Tirkiyeyê yên ji ber PKKyê heye
Nuçe Belav bike

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller li ser pirsa Nûçegihanê Rûdawê Diyar Kurd got, Divê Tirkiye piştgiriya serweriya Îraqê bike û di heman demê de jî rêzê li serweriya wî welatî bigire.

Roja yekşem li ber Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê êrişek hatibû kirin.

Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê PKKyê yê çekdarî ye, da zanîn ku êriş ji aliyê Tabûra Nemiran ve hatiye encamdan.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihan ku 2 kesan bi otomobîlekê êriş pêk aniye.

Yerlîkaya da xuyand ku yekî ji wan “xwe teqandiye” û yê din jî “ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye kuştin”.

Alî Yerlîkaya ragihand ku êrişa bombeyî de 2 polîs birîndar bûne.

Piştî êrişê bi çend demjimêran, Erdogan amaje bi egera pêkanîna operasyoneke nû ya leşkerî da.

Piştre Tirkiyeyê êrişeke asmanî li Başûrê Kurdistanê bi hinceta hebûna gerîlayên PKKyê pêk anî.

Wezareta Parastiynê ya Tirkiyeyê ragihand ku 20 pêgehên PKKyê roja yekşemê demjimêr 21.00ê bombebaran kirin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller bersiva pirsa têkildarî mijarê ya Nûçegihanê Rûdawê Diyar Kurde da.

Diyar Kurde: “Serokomarê Tirkiyeyê Recey Tayyip Erdogan dibêje, ew dê operasyonên leşkerî li Sûriye û Îraqê berfirehtir bikin. Di heman demê de hikûmeta Îraqê binpêkirina serweriyê red dike û dibêje ku ew ne nîşana cîrantiya baş e. Helwesta we li ser vê mijarê çi ye?”

Matthew Miller: “Haya me ji fikarên ewlehiyê yên Tirkiyeyê yên ji ber PKKyê heye. Em bang li Tirkiyeyê dikin ku hevkariya xwe ya hevbeş li dijî terorê bi Îraqê re berdewam bike bi awayekî ku piştgiriyê bide û rêzê li serweriya Îraqê bigire.”

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 391 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:35:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x