Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Mattis, li ser vekişîna YPGê ya ji Minbicê axivî. Mattis anî ziman ku ew hewl didin endîşeyên Tirkiyeyê ji holê rakin û got, ew ê HSDya bi pêşengtiya YPGê jî nedin aliyekî.
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Jim Mattis dema ji bo civîna wezîrên parastinê yên NATOyê bi balafirê diçû Brukselê, bersiva pirsen rojnamegeran da. Mattis diyar kir ku divê ew ji bo berjwendiyên rewa yên Tirkiyeyê rêyeke çareseriyê bibinin û got, lê em ê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ên bi pêşengtiya YPGê jî nedin aliyekî.
Mattis bersiva pirsa ‘Gelo hevdîtinên ku derbarê Minbicê de bi Tirkiyeyê re tên kirin, dê bandorê li ser operasyonên ku Amerîka bi hevkariya YPGê bimeşîne, bike an na?" da û di bersiva xwe de diyar kir ku di dema xwe de tekane rêxistina ku DAIŞ têk bir, HSD ye. Mattis anî ziman ku DAIŞ hêj bi tevahî nehatiye tekbirin û derbirî ku ji ber vê yeke operasyonên li dijî DAIŞê gelekî girîng
Mattis ji bo pirsa "Gelo Amerîka dê karibe hevkariya xwe di heman demê de bi Tirkiye û HSDê re bimeşîne" jî ev tişt gotin, "Ev mijareke taybet e. Qada herî tevlihev a şer e." Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê destnîşan kir ku ew ji aliyekî ve hewl didin endîşeyên Tirkiyeyê ji holê rakin, ji aliyekî ve jî hewl didin DAIŞê têk bibin û got, ev karekî gelekî zehmet e.
Jim Mattis got, "Lê em vê yekê dikin. Hewl didin. Û em vê yekê ne li dijî Tirkiyeyê, Tirkiyeyê jî dihesibînin û dikin."
Mattis di dema civînên li Brukselê de dê bi Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Nurettin Canikli re bicive.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Wezîrên karên derve yên Amerîka û Tirkiyeyê roja duşemê li bajarê Washigntonê, paytexta Amerîkayê li hev civiyabûn û ji bo ku YPG ji bajarê Minbicê vekişe, li ser nexşerêyekê li hev kiribû.
Minbic di bin kontrola YPGê de ye û herwisa li wir baregeheke leşkerî ya Amerîkayê heye.