Zanîngeha Harvardê di dîroka xwe de yekem car kursa zimanê Kurdî dide

Zanîngeha Harvardê li ser daxwaza xwendekarên Kurd vê payîzê dest bi yekemîn kursên zimanê Kurdî kir.

04.10.2023, Çar - 05:50

Zanîngeha Harvardê di dîroka xwe de yekem car kursa zimanê Kurdî dide
Nuçe Belav bike

Kurs ne tenê li ser kurdî, her wiha li ser mijarên girêdayî çand, dîrok û siyaseta kurdan jî disekine.

Ji bo xwendekarên doktorayê yên beşa Ziman û Çandên Rojhilat kursa zaravayê Soranî ya Kurdî hatiye vekirin.

Rêveberiya Harvardê, ji bo kursa zimanê Kurdî, Civaknas-antropologê ji Rojhilatê Kurdistanê û Profesorê Zanîngeha Bentley Dr. Ehmed Mihemedpûr vexwendibûn zanîngehê.

Civaknas Prof. Dr. Ehmed Mihemedpûr ku ji bo kursa zimanê Kurdî li Zanîngeha Harvardê kar dike li ser mijarê ji Rûdawê re axivîbû.

Gelek kesan navê tomar kir

Mihemedpûr dabû zanîn ku li Zanîngeha Harvardê cara yekem e ku kursa bi zaravayê Soranî ya Kurdî ji bo xwendekarên doktorayê hatiye vekirin.

Herwiha Mihemedpûr ragihandibû ku ji bo vw kursa yekem gelek kesan navê tomar kiriye.

Mihemedpûr ji The Harvard Crimson re diyar kir ku bi mîlyonan mirov bi Kurdî diaxivin û got:

“Em çawa dikarin behsa Rojhilata Navîn bikin lê behsa Kurdî nekin an jî dersên Kurdî nedin?

Mihemedpûr anî ziman ku ew hêvî dike ku Harvard bi kurseke din an berfireh li ser wî karê berdewam bike.

“Harvardê bi milyonan Kurd kêfxweş kir”

Profesorê Kurd da zanîn ku ew hêvî dike ku fêrbûna zimanê Kurdî ji bo kesên ku li Zanîngeha Harvardê li beşa Lêkolînên Rojhilata Navîn dixwînin bibe mecbûrî û got:

“Ev gaveke dîrokî ye. Zanîngeha Harvardê ji ber ku cara ewil dersên zimanê Kurdî da, bi milyonan Kurd kêfxweş kir.”

Seroka Yekîtiya Xwendekarên Îranî yên li Beşa Dibistana Zanist û Hunerî ya Zanîngeha Harvardê Canan Iranbomy beşdarî kursa Zimanê kurdî bûye.

Canan Iranbomy diyar kir ku ew "kêfxweş e" ku zanîngehê Kursa kurdî pêşkêşî dike û got:

“Di dersa me ya niha de, em fêr bûn ku ev ne tenê fêrbûna zimanan e. Ew ji kursên zimanên din ên ku ez beşdar bûme gelekî cûda ye, ji ber ku ew di heman demê de têkiliyek çandî çêdike.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 473 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:53:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x