Azerbaycan û Ermenistanê agirbest ragihandin

Piştî şer û pevçûnên di çend rojên dawî de, Ermenistan û Azerbaycanê agirbest ragihandin.

15.09.2022, Per - 11:42

Azerbaycan û Ermenistanê agirbest ragihandin
Nuçe Belav bike

Sekreterê Encûmena Ewlekariyê ya Ermenistanê Armen Grigoryan ragihand, ku roja Çarşembê 14ê Îlonê demjimêr 20:00 bi dema Yerîvanê wan bi Azerbeycanê re li ser ragihandina agirbestê li hev kirine.

Grîgoryan li ser televîzyona fermî ya dewleta Ermenistanê ragihandina agirbesta bi Azerbaycanê re aşkere kir û got, “Bi saya xebatên navbeynkariyê yên di asta navneteweyî de, ji 14ê Îlonê saet 20.00an pê ve bi Azerbeycanê re li ser agirbestê li hev hatin.”

Pêştir di roja Sêşembê 13ê Îlonê de bi nevbeynkariya Rûsyayê, Azerbaycan û Ermenistanê agirbest ragihandibûn lê belê ew agirbest piştî demeke kurt hat binpêkirin.

Li aliyê din piştî şer û pevçûnên wê dawiyê yên bi Azerbaycanê re, komek li paytexta Ermenistanê bajarê Yerîvanê li dijî Serokwezîr Nîkol Paşînyan xwepêşandanek saz kirin û daxwaza îstifakirina hikûmetê kirin.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a NEWS.am a Ermenistanê, xizmên kesên ku di Şerê Qerebaxê yê Duyemîn de canê xwe ji dest dane, bi roj li ber parlementoyê kom bûn û bertek nîşanî Serokwezîr Nîkol Paşînyan dan.

Polîsên Ermenistanê ji bo pêşî li çalakiya protestoyî bigirin, cade û kolanên ber bi deriyê parlamentoyê ve girtin.

Di pevçûnên dawî yên di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de, 105 leşkerên Ermenistanê û 50 leşkerên Azerbaycanê hatin kuştin.

Hikûmeta Azerbaycanê ragihandiye, ku amade ye termên hejmarek leşkerên Ermenistanê ku di destê artêşa wî welatî de ye, radestî Yerîvanê bike.

Encûmena Ewlekariyê ya Netewên Yekbûyî banga agirbesteke awarte li Baku û Yerîvanê kir

Ji aliyê din ve endamên Emcûmena Ewlekariyê ya Netewên Yekbûyî di civîna duh de, tekezî li ser pêwîstiya agirbesta lezgîn a di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de kir.

Nûnerê Daimî yê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî Vasily Nebenzya, ragihand, “Her kes bi yekdengî ji bo agirbesteke lezgîn û çareseriya siyasî û dîplomatîk a pirsgirêkê axivîn. Daxuyaniya çapemeniyê niha tê nirxandin. Pispor li ser temamkirina wê ne.”

Nebenzya diyar kir, Rûsya rijd e li ser daxuyaniyên hevpar ên serokên Rûsya, Azerbaycan û Ermenistanê ku di salên 2020 û 2021an de hatine îmzekirin, û got ku ew daxuyanî bingeha normalkirina peywendiyên her du welatan û cîbicîkirina agirbestê ye.

Nûnerê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir, “Em li ser hewldanên Rûsyayê yên bi serê xwe û bi rêya CSTO ji bo asayîkirina rewşê û pêkanîna agirbestê û xebatên ku dê CSTO piştî civîna Konseya Ewlekariya Kolektîf bike axivîn. Hevkarên me ji bo parvekirina van agahiyan û hewldanên me spasiya me kirin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 376 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:03:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x