Çîn bo Taywan û Amerîkayê: Bi agir dilîzîn

Wezareta Derve ya Çînê ew serdan wek “gefekê bo ser ewlehiya navdewletî” bi nav kir û got, Taywan û Amerîka “bi agir dilîzîn.”

03.08.2022, Çar - 06:22

Çîn bo Taywan û Amerîkayê: Bi agir dilîzîn
Nuçe Belav bike

Seroka Encûmena Nûneran ya Amerîkayê Nancy Pelosi guh neda gefên Çînê û balafira wê li balafirxaneya bajarê Taypî yê paytexta Taywanê rûnişt. Wezareta Derve ya Çînê ew serdan wek “gefekê bo ser ewlehiya navdewletî” bi nav kir û got, Taywan û Amerîka “bi agir dilîzîn.”

Çîn di wê bawerê de ye ev serdana Pelosi tê wateya îtîrafpêkirina serbixweyî ya Taywanê, di demekê de ku Pekîn wê giravê weke beşek ji axa xwe dibîne.

Berdevka Wezerata Derve ya Çînê Hua Chunying got "Eger aliyê Amerîkî bi ser hişkî li ser rêya xelet berdewam be, wê demê pêwîst e li beramber her karvedaneke cidî berpirsyar be.”

Hevdem Wezareta Berevaniya Çînê ragihand, Artêşa welatê xwe xistiye amadebaşiyê û di demekî nêzîk de hejmareke “operasyonên serbazî yên armanc ji wan re hatiye danîn” pêktîne. Wezareta Berevaniya Taywanê jî ragihand, ku ew ji bo bersivdana her gefeke Çînê hêzê belav dikin.

Koşka Spî jî got, ku wan her cor tedbîrek ji bo parastina Nansî Pîlosî li Taywanê wergirtine.

26 senatorên Komarî jî li Kongrêsê, piştevaniya xwe bo serdana Pîlosî ragihandin.

Senatorê Komarî di Kongresa Amerîkayê de Dan Sullivan dibêje "Cara dawî em naxwazin Partiya Komînîst a Çînê bo serkirdeyên bilind ên Amerîkayê diyar bike ku dikarin serdana ku derê bikin û serdana ku derê nekin.”

Rûsya ku ji ber cezayên Rojava zêdetir nêzîkî Çînê bûye, ligel Pekînê xwedî yek helwêst e û serdana Pîlosî bo Taywanê, wek pêngaveke “bêzarker” a xistina guvaşê bo ser Çînê bi nav dike.

Îdareya Biden bi awayekî eşkere daxwaz ji Pîlosî nekiribû serdana xwe hilweşîne, lê berdewam ragihandiye ew pabendin bi wê siyaseta wan heye ku miamelekirina ligel Çîn û Taywanê weke yek welat.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 456 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:06:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x