Ji Çîn'ê bo Nêçîrvan Barzanî peyamek girîng!

Wezîrê Derve yê Çînê Wang Yi bi navbeynkariya konsolosê xwe yê Hewlêrê Tan Banglin nameyek ji Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şand.

29.11.2017, Çar - 07:54

Ji Çîn'ê bo Nêçîrvan Barzanî peyamek girîng!
Nuçe Belav bike

Wezîrê Derve yê Çînê Wang Yi bi navbeynkariya konsolosê xwe yê Hewlêrê Tan Banglin nameyek ji Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şand û ragihand ku ew dixwazin têkiliyên xwe bi Kurdistanê re bi pêş bixin.

Wang Yi di nameya xwe de daxwaz kir ku pirsgirêkên heyî yên navbera Hewlêr û Bexdayê bi rêya diyalogê, di çarçoveya Destûra Bingehîn de werin çareserkirin û divê herdu alî ji bo vê hewl bidin û xwe ji tundûtujiyê dûr bigrin.

Her wiha Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî ji bo nameyê spasiya heyeta Çînê kir û di hevdîtinê de behsa girîngiya têkiliyên Hewlêr û Pekînê kir û xwest pêwendiyên ekonomîk ên herdu aliyan bi pêş bikevin.

Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hikûmeta Kurdistanê ji bo çareseriya hemû pirsgirêkan rêya diyalogê bijartiye û ji bo pirsgirêk bi vê rêbazê werin çareserkirin hemû rêyan diceribînin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1709 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:46:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x