Li Afganîstanê êrîşeke bombeyî pêkhat

Li Afganîstanê li hember mizgeftekî êrîşeke bi bombeyî pêk hat. Tê gotin ku di bûyerê de mirî hene.

08.06.2023, Per - 09:47

Li Afganîstanê êrîşeke bombeyî pêkhat
Nuçe Belav bike

Li mizgeftê merasîma cîgirê parêzgar yê ku di êrîşa bombeyî de hatibû kuştin, birêve diçû.

Li mizgefteke wîlayeta Bedahşan ya Afganîstanê teqîn pêkhat. Di dema bûyerê de, merasima cenazeyê cîgirê parêzgar yê ku vê heftiyê di teqîneke cuda de jiyana xwe ji dest dabû dihat birêve birin.

Hat zanîn rayedarên Talîbanê jî beşdarî merasîmê bûne.

Herwaha hat diyar kirin, di teqîna mizgeftê de mirî hene, lê nehat ragehandin ku çend kes mirine.

Êrîşa ku bibû sedema mirina cîgirê parêzgar, rêxistina terorê a DAIŞê girtibû ser xwe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 343 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:52:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x