Almanya sîstemeke pêşkevtî ya berevaniya esmanî dide Ukrayanyê

Almanyayê soza ku piştî êîşa mûşekî ya Rûsyayê dabû Ukrayanyê bi cî anî û sîstema berevaniya esmanî ya bi tîpa Iris-T SLM radestî artêşa Ukraynayê kir

12.10.2022, Çar - 08:00

Almanya sîstemeke pêşkevtî ya berevaniya esmanî dide Ukrayanyê
Nuçe Belav bike

Li gor nûçeya Der Spiegelê ku îro li nêzî sînorê Polonya û Ukraynayê radestkirina sîstema berevaniya esmanî ya cureya Iris-T SLM pêk hatiye.

Wezîra Berevaniya Almanyayê Christine Lambrecht piştî êrîşa mûşekî ya wê dawiyê ya Rûsyayê bo ser Kyiv a paytext û bajarên din ên Ukraynayê, duh di daxuyaniyeke nivîskî da ragihandibû ku sîstema berevaniya esmanî ya tîpa Iris-T SLM ku bi teknolojiya herî dawî tê hilberandin, dê di rojên pêş de amade be daku bi awayekî bi bandor parastina gelê Ukraynayê bike.

Wezareta Berevaniya Almanyayê herwiha diyar kiriye ku ew dê bi tevahî 4 sîstemên Iris-T SLM bidin artêşa Ukraynayê.

Wezîra Berevaniya Almanyayê Christine Lambrecht jî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku êrîşên mûşekî yên vê dawiyê yên li Kyiv û gelek bajarên din nîşan dan ku bi lez û bez dayîna sîstema berevaniya esmanî ji Ukraynayê re çiqas girîng e.

Lambrecht diyar kir ku êrîşên Rûsyayê yên bi mûşek û balafirên bê mirov beriya her tiştî sivîlan "teror" dikin, û destnîşan kir ku ew piştgiriya Ukraynayê dikin, bi taybetî bi çekên li dijî balafiran.

Armanca sîstema berevaniya esmanî ya li bejahiyê di serî de parastina xelkê sivîl bi paşvexistina êrîşên esmanî yên artêşa Rûsyayê ye.

Li gorî Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz, bajarên mezin ên Ukrayanyê jî dikarin ji êrîşên hewayî bên parastin.

Sîstema berevaniya esmanî ya Iris-T SLM ji sê wesayîtan pêk tê.

Di kemyoneke leşkerî de cihê 8 mûşekan, cihê avêtinê, wesayitek radarê û wesayîtek fermandariyê hene.

Mûşekên dijîfiroke dikarin hedefên 20 kîlometre bilind û 40 kîlometre dûr bikin armanc.

Ji ber vê yekê menzîla wan bi awayekî berçav ji menzîla mûşekên dijîfirokeyan ên ji mil ve têne avêtin zêdetir e, wek mûşekên dijî-firoke yên Stinger ku ji hêla Almanya ve ji Ukraynayê re têne peydakirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 780 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:52:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x