Almanyayê ji ber parlamenterekî AKPê hişyariyeke tund da Tirkiyê

Wezareta Derve ya Almanyayê, ji ber gotinên Parlamenterê AK Partiyê Mustafa Açikgoz ên “nefretê” (kîn) bang li Balyozê Tirkiyê yê Berlinê kir û hişyariyeke tund da Tirkiyê.

17.01.2023, Sal - 07:46

Almanyayê ji ber parlamenterekî AKPê hişyariyeke tund da Tirkiyê
Nuçe Belav bike

Parlamenterê AK Partiyê yê Nigdeyê Mustafa Açikgoz, 13ê Çileya 2023an di civîna komeleyeke nijadperestên Tirk a ser bi MHPê li bajarê Neussê yê Almanyayê de gef li endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û endamên Cemaeta Gulen ên li Almanyayê xwarin û got: “Çawa ku me li Tirkiyê mafê jiyanê neda wan, em li Almanyayê jî nadin wan. Bi kîdera cîhanê ve birevin em dê rêxistinên terorê yên PKKê û FETOyê (Cemaeta Gulen) xilas bikin.”

Wezareta Derve ya Almanyayê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku “Balyozxaneya Tirkiyê” bo Wezareta Derve hatiye bangkirin û hişyarî bo Enqerê hatiye dayîn, ku çalakiyên wek bajarê Neussê dubare nebin.

Wezareta Derve ya Almanyayê dibêje: “Em li Almanyayê rê nadin gotinên provoke (têkdan) û nefretê. Bi awayekî rasterast ji balyozê Tirkiyê re hat gotin, siyasetmedarên Tirk tenê bi destûra Wezareta Derve ya Almanyayê dikarin çalakiyên hilbijartinê bikin.”

Wezareta Derve ya Almanyayê di daxuyaniya xwe de got: “Eger nûnerên Tirk rêkarên lîstikê cîbicî nekin, em dê encamên vê yekê binirxînin."

Çi bûbû?

Parlamenterê AKPê yê bajarê Nîgdeyê Mustafa Açikgoz roja 13ê Çileya 2023an li bajarê Neus ê Almanyayê beşdarî civîneke Konfederasyona Komeleyên Tirkên Nijdaperestên Demokratîk ên Almanyayê ya ser bi MHPê bû û li wir di axaftineke xwe de gef li endamên PKKê û Cemeta Gulen xwarin. Parlamenterê navborî dîmenên gefên xwe jî li ser hesabê xwe yê medya civakî belav kirin.

Açikgoz di axaftina xwe de bi eşkere gef li endam û alîgirên PKKê û Cemeata Gulen xwarin ku li Almanyayê niştecih in û got: “Çawa me li Tirkiyê mafê jiyanê neda wan, em li Almanyayê jî nadin wan. Me li Tirkiyê cih neda wan (endamên PKK û Cemeta Gulen) û me xilas kirin, bi izna xwedê li kîjan devera cîhanê bin em dê wan ji wan qulên ku xwe veşartine derxin û wan xilas bikin.”

Ev gotinên Parlamenterê AKPê li Almanyayê di nav beşek ji siyasetmedarên wî welatî de bû sedema karvedanan û beşek ji bikarhênerên medya civakî ew bi pêkanîna tawanê “nefret û kînê” tohmetbarkirin. Li aliyê din Parlamentera Almanyayê Rebecca Harms axaftinên Mustafa Açikgoz li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belav kirin.

Rebecca Harms polîsên Almanyayê etîket kir û banga destpêkirina lêkolîneke yasayî derbarê wî de kir. Harms li ser hesabê xwe yê Twitterê li ser wan axaftinên parlementerê AKPê dibêje: “Tomarkirina gilî pêngaveke rast e. Ez hêvîdar im lêkolînek bê destpêkirin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 399 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:41:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x