Almanyayê qedexeya siyasî da 6 Kurdan

Hat ragihandin ku ji 13 koçberên ku Almanyayê bi hinceta xala 47an qedexeya siyasetê daye wan, 6 kes Kurd in.

20.08.2022, Cts - 11:55

Almanyayê qedexeya siyasî da 6 Kurdan
Nuçe Belav bike

Parlamenterê Partiya Çep (Die Linke) Gokay Akbulut, li ser koçberên ku Almanyayê li gorî xala 47an a "Qanûna Koçberiyê" qedexeya siyasetê daye wan pirsnameyek pêşkêşî Encûmena Federal (Bundestag) kir.

Li ser navê Hikûmeta Federal, Wezareta Navxwe bersiv da pirsa Akbulut a “kîjan siyasetmedarên bi eslê xwe koçber, bûne mexdûrên madeya navborî”.

Di vê bersivê de, Hikûmeta Scholz yekem car e agahdarî li ser çend kesên biyanî yên ku siyasetê li wan hatiye qedexe kirin eşkere kir.

Qedexeya siyasî li ser 6 koçberên Kurd

Wezareta Navxwe diyar kir ku niha li ser 13 kesên biyanî qedexeya siyasetê heye û diyar kir ku cezaya kesekî demkî ye û 12 kesên din jî bêdem e.

Li gorî vê yekê, 8 kesên qedexeya siyasî li ser wan hene niha li Almanyayê dijîn, ji wan 4 li Baden-Württemberg, 2 li NRW, li Bayern û Sachsenê 1 kes.

Di bersiva Wezareta Navxwe de derket holê ku ji 13 koçberên ku qedexeya siyasetê li wan hatiye dayîn 6 siyasetmedar Kurd in.

Wezareta Navxwe ragihand ku kesên navborî ji ber qedexeya li ser PKK ku ji sala 1993yan vir ve li Almanyayê qedexe ye hatine cezakirin lê agahiyên berfirehtir nedan.

Qanûn wek "Qanûna Ayata" jî tê zanîn

Xala 47. a Qanûna Koçberiyê ku nahêle koçber ji gelek mafan sûd werbigirin, ji ber ku bi berfirehî li ser siyasetmedarê Kurd Muzafer Ayata hatibû sepandin, bi navê "Qanûna Ayata" derbasî dîroka siyasî ya Almanyayê bû.

Ayata piştî ku 20 sal di girtîgehên Tirkiyê de ma, wek penaberê siyasî çû Almanyayê 3 sal û 6 meh cezaya girtîgehê lê hat birîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 570 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:54:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x