Amerîkayê hişyarî da welatiyên xwe: Tavilê ji Ukraynayê derkevin

Balyozxaneya Amerîkayê ya Kyivê ji welatiyên xwe xwest ku tavilê ji Ukraynayê derkevin.

10.10.2022, Pts - 13:46

Amerîkayê hişyarî da welatiyên xwe: Tavilê ji Ukraynayê derkevin
Nuçe Belav bike

Balyozxaneya Amerîkayê ya Kyivê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û diyar kir ku Rûsya li seranserî Ukraynayê êrîşên mûşekî pêk tîne.

Balyozxaneya Amerîkayê ya Kyivê ragihand ku Rûsya di serî de li Kyivê, êrîşî gelek jêrxan û avahiyên giştî yên li bajêr kiriye ku ev êrîş li ser jiyana sivîlan jî metirsiyê çê dike.

Balyozxaneya Amerîkayê ya Kyivê got, "Divê welatiyên Amerîkayê li cîhên ku lê ne xwe li dereke ewle de veşêrin û dema ku derve ewle bû bi rêya bejahiyê tavilê ji Ukraynayê derkevin.”

Pûtîn: Me bi çekên dûravêj li Ukraynayê xist

Li aliyê din Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn di civîna bi endamên daimî yên Encûmena Asayîşa welatê xwe de behsa êrîşa roja Şemiyê ya li ser pira Kirimê kir û got, Hikûmeta Ukraynayê "demeke dirêj e rêbazên terorîstî bikar tîne".

Pûtîn bal kişand ser wê yekê ku hêzên îstixbaratî yên Ukraynayê 3 caran hewl dane êrîşî santrala nukleerî ya Kurskê ya li Rûsyayê bikin û anî ziman, “Rûsyayê rê nedaye ku encamên cidî yên van kiryarên terorîstî hebin.”

Pûtîn got, “Me nedikarî van kiryarên Kyivê bêbersiv bihêlin" û destnîşan kir ku li ser pêşniyara Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê û bi plansaziya Serfermandariya Giştî êrîşeke mezin a bi çekên dûravêj li dijî tesîsên enerjî, artêş û ragihandinê yên Ukraynayê hat kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 396 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:40:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x