Amnesty: Parîs dixwaze penaberan bişîne Sûriyê

Hejmarek rêxistinên civaka sivîl ragihand, Fransa dixwaze penaberan bişîne Sûriyê û vê yekê weke "skandal û neyasayî" bi nav dikin, herwiha ji hikûmeta Parîsê daxwaz dikin ku derbarê vê mijarê de daxuyaniyekê bide.

06.01.2023, Cum - 13:25

Amnesty: Parîs dixwaze penaberan bişîne Sûriyê
Nuçe Belav bike

Rêxistinên Lêborîna Navdewletî (Amnesty International), La Cimade û Revivre di daxuyaniyeke hevbeş de eşkere kirin ku Parîs li ser şandina penaberan bo Sûriyê dixebite.

Herwiha destnîşan kirin ku di meha Cotmeha 2022yan de desthilatdarên navçeya Haute-Garonne a li başûrê rojavayê Fransayê û Rêveberiya Polîsê Parîsê hewl dane pêwendiyê bi Balyozxaneya Sûriyê bikin, tevî ku ji Adara 2012an ve Parîs û Şam pêwendiyên xwe yên siyasî qut kirine.

Di daxuyaniya hevbeş a Amnesty International, La Cimade û Revivre de hatiye diyarkirin ku ev hewla hikûmetê "skandal û neyasayî û li dijî bingehên yasayî yên navdewletî ye".

Herwiha daxwaz kirine ku desthilatdarên Fransayê derbarê vê mijarê de daxuyaniyekê bidin ku ew pabendî yasaya navdewletî dibin û rê nadin şandina ti kesekî bo welatekî, ku mirin û êşkence gefê li wan bixin.

Li hember vê daxwazê, Wezareta Navxwe ya Fransayê tenê wê yekê gotiye ku heta niha ti kesekî bo Sûriyê nehatiye şandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 229 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:27:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x